Gur
Ji Wîkîpediya
Gur (Canis lupus) yek ji ajalên kûvî ye. Ji malbata ajalan a Canidae (malbata kûçikan) ye. Bi pirranî li bakurê Emerîka, Ewropa û Asya dijîn. Li cihên darî, hezekî û asê dijîn. Gur hinekê ji kûçîk mezintir e. Gelek cureyên guran hene, wekî gurên boz (canis lupus), gurên sorîn (Canis niger), gurên xurt, gurên reş - piçûk (Canis latrans) û zerîn. Bi roj xwe vedişêre û bi şevî derdikeve nêçîrê. Bi zivistanan û dema pirr birçî dibin wekî kom derdikevin nêçîrê.
Bi qasî 15-20 salan dijîn. Bi qasî 35-90kg giraniya wan hene. Ji 50cm heya 120cm dirêj in. Li şikeftên kûr û asê yan jî di tûnelên di bin erdê de radikevin. Di nava guran de têkiliyên taybet hene. Mê û nêr heya dawiya temenê xwe bi hev re dijîn û hevûdu diparêzin. Lê di nava komê de hevgirtin nîne. Pirranî di meha gulanê de dizên. Di yek zayînekê de 3-6 çêlik dibe. Bicanîmayîna guran 64 roj didome. Piştî zayînê mangur bi qasî 3-4 hefteyan çêlikên xwe dimêjîne û paşê bi verêşa xwe xwedîdike. Di verêşa mangurê de, xwarinên nîvcûtî hene. Gur goştxwur in lê hin caran zebeş û trîreşkan jî dixwin. Gur dema têr dixwin, goştê mayî di bin axê de vedişêrin.
Gurên xurt û wêrek pêşengiyê dikin. Êrîşî mirovan jî dikin. Di nêçîrê de gura ku birîndar dibe dibe xwarina yên din. Gur pirranî bi destê sibeyê re êrîş dibe ser pez. Gur bi zûrîna xwe tên nasîn. 6 cureyên zûrîna gur hene. Her yek ji wan tê wateyekê. Gur bi mîza xwe tixûbên nêçîra xwe kivşe dikin. Dema gureke biyan kete tixûbekê hemî bi hev re gef lê dikin. Mirov ji guran hez nakin, lewre ziyanê dide. Li hin deveran nêçîrvaniya guran jî dikin. Ji postê gur lepik, dahol hwd çêdikin.