Med û Mediya
Ji Wîkîpediya
![]() |
Ev gotar û Mediyan bila werin yekkirin |
Gelê Med ji nijada ariyan bûn û ji ber vê yekê hîmê wan ji Yafet e. bi zelalî dikare bê gotin ku, ew ji lawê Yafet Maday¹ tên (1. Mûsa 10:2). [Ji kerema xwe re li bêjeya Maday binêrin.]
[biguherîne] PİRTÛKA 1. DÎROKAN – Jİ PİRTÛKA PÎROZÊ
- Adem, Şît, Enoş,
- Kẹnan, Mahalạlel, Yared,
- Hẹnox, Methûşaleh, Lạmex,
- Nûh,Sem, Ham û Yạfet.
- Lawên Yafet: Gọmer û Mecuc û Mạday û Yạvan û Tûbal û Meşek û Tîras.
- NÛH Li gor 1. Mûsa [Destpêkirin] 5:32 „Û Nûh pênc sed sal buhurand pêv, bi navê Sem, Ham û Yafet sê lawên wî hatin dinê.“
- YAFET Şaxa Arîzimam:Îndigermanîş (14 Malbat)
- GOMER Kîmerî, bakurê Derya Rêş
- AŞQENAZ Başurê rojhilata Derya Reş
- RİFAT Paflagonî
- TOGARMA Ermenî
- MAGOG
- MADAY Medan ji başurê Derya Xezarê heta çiyayên Zagrosê
- YAVAN Îyonî, Yewnanî
- ÊLÎŞA Li ba Yewnanistan
- TARŞÎŞ pêş Îspanî
- KİTÎM Qibris
- RODANÎM Rodos û giravên Derya Egeyê
- TUVAL Tîberî, li Asya Biçûk
- MEŞEK Frîgyayî, li Asya Biçûk
- TÎRAS Tîrhenî, girav û qeraxên Derya Egeyê
Nijad, ziman û olê Medan pir nêzîkî malbatekî Farisan bû.
Med bi şêweyekî gel di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê. Lê belê di dîroka dunyayê de cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsraêl yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de tên îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Med di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.
[biguherîne] welat û cîhûwarê Medan û gelên cîranên wan
Cîhûwarê Medan. Her çend sînorên kevnên herêm û cîhûwarên Medan hatibe guhartin jî, lê bi gelemperî di herêma rojava û başurê Derya Xezar û çiyayîstana Elburzê bû. Sînorê başurê rojava digihîşt jorî gola Ormiyê û derbasî dahlên rûber û çemê Arasê dibû. Çiyayên Zagrosê heta rûberê Dicleyê jî di navbera Med û Asûran de sînorê rojava bû. Sînorên rojhilat jî heta berî û çola mezin diçû. Li aliyê başur sînorê Medan digihîşt heta Elamê.
Bi vî awayî em dibînin ku, welatê Medan bi gelemperî zozanên çiyayî bû. Ev bilindahî di navbera 900 û 1.500 metro ji deryayê bilin bû. Gelek cîh û dever beyarên bê av û çiya û banî bû, ji ber ku baran hindik dibarî. Lê pir dahl û mêrgên pir biber hebûn. Piraniya rûberên mezin bi aliyê beriyê ve diçin û lîtav çê dibe bi destê germahiya havînê av dimiçiqe hişk dibe û di şûna wê de xwê dimîne. Sînorên xwezayî bo parastina cîhûwarê Medan gelek baş bûn. Çiyayên li aliyê rojava, yanî Çiyayên Zagrosê, herî bilindin. Ew gelek caran ji çarhezar metroyan bilindin, lê tenê Demavendê ku li ser Elburzê nêzîkî Derya Xezarê ye, 5.771 metro ji deryayê bilin e.
Kar û Barê Medan. Wek îro, wê demê jî bi gelemperî ew li gundên biçûk yan jî bi koçerî bi xwedîkirina pez û terşên xwe mijûl bûn. Nivîsên mixî yên ku ji êrişbûna Asûriyan li ser Medan vê gotine îsbat didkin û nîşan didin, hespên Medan pir bi nav û deng bûn. Ji vê sedemê gelek dijminên Medan êriş dikirin ser ser wan. Wekî din li ser zozanan û mêrgên dahlên mîh, bizin, ker, bargîr û çelek û mange ditewilîn. Asûriyan carcaran gelê Med di wêneyên kevirî de bi awayekî gîzmeyên postî ku, bo şivantiyê di holikên çiyayî, berfî û bilind de pir sûdmend e, nîşan didan. Dîtinên ku bi destê arkeolojiyê hatine peydakirin, nîşan didin ku Medan di karê hesinkerî, zîfkerî û gewherfiroşiyê, de gelek zana bûn. Li gor hindik kesên zana Medan navê xwe ji madena ku li welatê wan pir peyda dibe girtîne. Li gor dîrokzanan sifira ku li Erxanî – Madenê tê derxistin, di dîroka mirovatiyê de kana gewheriya herî kevintir e. erger mirov îro tenê li cîhên ku kanên gewherê welatê Kurdan binêre, rastiya vê gotinê tê ber çavan. Mesela tenê çend mînak ku, li Xulaman nezîkî Xarpêtê Krom, li Erxanî – Madenê sifir, navê Dersîm – deriyê sim yan jî zîv, li Hezexê, Şiranê komir, li Batman heta Kerkûkê neft yanî petrol ji me re nîşan dide, li welatê Medan çi hebû û îro ji Medan kîjan gel pêk hatiye.
Dîrok û Mêjûya Medan. Medan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnda nehiştin. Agahiyên li ser wan ya ji Pirtûka Pîrozê yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin. Wek tê zanîn Medan gelek padîşahî bi destên rûspiyên êlan pêkanîne. Pesndayîn û fortên ku padîşahên Asûrî Şamşî-Adadê pêncem, Tîglatpîlezerê sêyem û Sargonê duyem didin, wusa ku xwe bi awayekî serkevtî li ser hindik serwerên bajarên dûrên Medan nîşan didin. Piştî ku Asûriyan padîşahiya Îsraêl di sala 740 an B. Z. de bindest xistin û ew sergom kirin, ew „Di salan nehan ya Hoşeya de qiralê Aşûrê Samîriyê bi dest ve xist û Îsraêlê berbi Aşûrê ve ajotin û wan di Halalê de û di Habora [îro jê re Xebûr tê gotin] ku li ber çemê Gozanê de ve û di bajarên Medan de bi cîh kirin“ (2. Qiralan 17:6; 18:11).
Êrişên Asûriyan ku „Medên asê“ têkin bin nîrê xwe heta dema ku padîşahê Asûr yan Aşûr Azar-Hadon yê lawê Sanherîb ku hemdemê padîşahê Cihûda Manase salên 716 – 662 an B. Z. dewam kirin. Azar-Hadon di lewhayên xwe yên nivîsî de di derbarê Medan de wusa dinivisîne: „Welatek sînorên wê heta beriya xwê diçe, di navbera welatê dûrê Medan de, li Bîknî li Çiyayên-Lapîslasûlî, serwerê bajarê bihêz ku tu carî stuyê xwe di bin kesî de xwar nekiriye, min ew û temamê gel, hesp, terş û pez û hiştirên wî bi xenîmetek mezin bir Asûrê“ (R. Borger, di lewhayên Azar-Hadon di Archiv für Orientforschung deftera 9 de li Bajarê Graz 1956, rûpel 55). Wekî din ew vê yekê jî dibêje ku, wî baca padîşahiya hersalî jî li wî bar kirîbû.
Li gor dîroknivîsê Yewnanî Herodot (Historien, I, 96), Medan yeketiyek padîşahî di bin serweriya kesê bi navê Deykos ava kirîbûn. Hindik dîrokzanên nûjen dêbêjin ku, di lewhayên ku tê gotin serwerê Deykos ew bi xwe Deyaûkû ye. Di êrişekî de Sargonê duyem wî esîr digre û sergomê Hamatê dike. Le belê zêdeyî kesên zana bawer dikin ku, padîşahên Medan di dema Kîyaksares (neviyê Deykos li gor Herodot [Historien, I, 102, 103]) di bin serwerekî taybet de dest bi avakirna yeketiya xwe kirine. Her çi be jî, wekî serwerên Kenaniyan bûn, carcaran di bin destûra padîşahekî ceng dikirin, le belê ew dîsa jî ta hedekî serbixwe û azad bûn. (Kerem kin li Yêşû 11:1-5 binêrin)
Li dijî êrişên Asûriyan dîsa jî Medan hêza xwe parastin û ew bihêz bûn. Û êdî ew bo Asûriyan gelek bixeter bûn. Çaxa Nebupolaserê Babîlî bavê Nebukadnesar, li dijî Asûriyan serhilda, Kîyaksares leşkerê Medan bi Babîliyan re kom kir. Piştî Medan di sala 12. de ku Nebupolase hukûmdar bû (634 B. Z.) Asûr girtin, (li gor nivîsên Babîlî ku U-ma-kîs-tar tê gotin) Kîyaksares û Nebupolaser di bajarê hatibû bidestxistin û girtin de „Peymana Hevalbendî û Yeketiya Bihev“ çê krin. (çavkanî Altorientalische Texte zum Alten Testament, derhênar H. Greßmann, Berlin und Leipzig 1926, S. 363). Berossos (ku li ser Polyhistor û Abydenosê binav û deng e, Eusebius her du jî bi lêv dike) dibêje ku, lawê Nebukadnesar Nebupolaser keça padîşahê Medan ji xwe re dike jin ku navê wê Amîtîs e (li gor Abydenos ew Amuheya ye). (Eusebius, Chronicorum liber prior, derhênar ji A. Schoene, Berlin 1875, Sp. 29, Z. 16—19, Sp. 37, Z. 5—7). Lê belê dîrokzan ne bi yekdengî ne. Gelo Amîtîs keça Kîyaksares bû yan jî keça lawê wî Astîyages bû.
Bi Yeketiya Babîliyan Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li dijî Asûriyan de di dawiyê de di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Medan û Babîliyan bajarê Neynowê digrin. „Û destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Aşûrê tune bike û dê neynowê bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike (Tsêfanya 2:13). Hêzên dijberê Asûrî nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava Haranê ve hat birin, herçend Misir hat alîkariya Asûriyan jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Medan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku di Pirtûka Pîrozê tê gotin: „Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“ (kerem kin li Nahûm 2:8-13; 3:18, 19 jî binêrin). Wek tê zanîn medan bakurê wêlatê Asûriyan girtin bin destê xwe. Babîliyan jî başurê welatê Asûriyan kirin bin destê xwe, bi vî awayî Sûrî û Fîlîstîn jî ketin bin destê Babîliyan. Pîştî van bûyeran padîşahê Medan Kîyaksares berê xwe da Asya Biçûk heta çemê Halîs [îro jê re Kizilirmak tê gotin) pêşve çû. Li wir Medan bi Lîdyan cengek bê encan kirin. Ji wê û pêve çem û rûberê Halîs sînorên rojava yê împaratoriya Medan bû. Ev împaratorî xwe dirêjî heta zozanên temamê Îranê, Mezopotamya Bakur, Ermenîstan û Kapadokiyayê dikir.
Medan Hêza Xwe Didin Farisan. Wê demê paytexta Medan Ekbatana yan jî Akmeta bû. Îro jê re Hemedan tê gotin. Bêjeya He-Medan nîşan dide ku ev bajar û şar bi Medan pêvendi ye (Esra 6:2). Med li gor Farisan – Parsan xwedîcîhek baş bûn. Farisan wê çaxê herêma başurê welatê Medan kirin bin destê xwe.
Dîroknivîsê Yewnanî Herodot û Ksenofon (li gor van çavkaniyan Historien, I, 107, 108 Cyropädie, I, ii, 1) dibêjin ku, Kîyaksares ku dundarê Astîyages ( di nivîsên mixî „Ištumegu“ de) keça xwe Mandanê bi jintî dide serwerê Kambîzes, ji vî çiftî Koreş yê duyem tê dunya ye. Piştî ku Koreş dibe padîşahê Anşanê, ku deverek ji Farsan bû, ew leşkerên Farsan li hev kom dike, ku xwe ji bin nîrê medan rizgar bikin. Di Dîroknameya – Nabonîd weha tê gotin: „Li dijî Ištumegu [Astîages] leşkerên wî serî hildan, û wan jî jî Koreş re “girtî” şandin, li ser vê jî şûnda Koreş paytextê medan girt (H. Greßmann [Hg.], Altorientalische Texte, S. 366, 367). Di vê demê de Med û Fars yek bûn ku, ji vir û şûnda împaratoriya Med – û – Fars ava kirin. Bi vî awayî pêxembertiya Danîêl li ser duhêziya Med – û – Fars ku, bi beranekî bi du qiloç tê nîşan dayîn, „yê ku bilind e dawiyê derket“ yanî di cîhangiriyê de bihêzbûyîn û pêşdeçûyîna farisan li vir tê nîşan dayîn (Danîêl 8:3, 20).
Lê belê rastî ev e ku, Koreş ji Medan re hêz û memûriyetên mezin daye, û Medan jî di hukûmdariya împaratoriya Med – û – Fars de gelek girîngya xwe anîne holê. Mîna ku pêxember danîêl ji padîşahê Belşatsar re sira nivîsa li ser rûyê dîwar wekir, weha bû: Wê imparatoriya cîhaniya babîliyan parçe bibûya û „ji Medan û Farisan re“ bihatibûya dayîn. Di pirtûka Danîêl di cîhên din de bi gotina „zagona Medan û Farisan“ pir caran Med bi gotina pêşîn tê dîsakirin (kerem kin li ayetên Danîêl 5:28; 6:8, 12, 15 binêrin).
Di sedsalên şûnda dora gotinan tê guhartin, lê tenê bi yek carekî derveyî qayde (Ester 1:3, 14, 18, 19) (Ester 10:2). Nîşandayîn vê dorê zelal dike ku, ji aliyê dîrokê ve Med berî Farsan li ser rûyê dika dîroka dunya desthilatdar bûn
Med û Faris Li Ser Babîliyan Biser Dikevin. Di sedsala 8 an de B. Z. Îşaya pêxember ji berê ve pêşgotinî kirî bû ku, wê Yahowa li dijî Babîliyan “Medan” hişyar bike, “bo wan qîmeta zîvê nîne û bi zêran vê dilê wan xweş nabin. Û dê bi kevanan ciwanan li erdê bixin” (Îşaya 13:17-19; 21:2). Bêjeya Med dikare li vir di heman demê de bo Farisan jî bê bikaranîn. Qîmetnedayîna zîv û zêr dikare li vir bi vê maneyê be ku, ew temamen li pey girtin û bidestxistina xenîmeta Babîle bûn, wan tu carî qîmet nedan diyariyên rişwetan, da ku ew ji hedefa xwe şaş bibin. Med û Farisan tîr û kevan bi gelemperî bi şêweya çek bikar dianîn. Carcaran medan kevanên xwe bi metal yanî tunc û bafûn yan jî bi sifir dineqişandin (Kerem kin bidib ber ayeta Zebûr 18:34 an). Herhalde „bona ku Babîlê helak bike“ û ciwanên wan hûr bike tîrên wan mîna refê çûkan û tava zîpikê difiriyan û diçirûsikîn, ji ber ku ew hatibûn birqandin da ku tîrên wan bikarîbûyan kûr di bedenê de biçûyan (kerem kin li ayeta Yêremya 51:11 an binêrin).
Di ayeta Yêremya 51:11, 28 an de padîşahên Medan tê gotin. Gotina Padîşahên Medan li vir bi mane û wateya ku, ew hêzên êrişî Babîlê bûn ku, di bin fermandariya Koreş de ew pirhêzên ku ya padîşah yan jî padîşahên Medan hebûn. Di wê demê de ev irf û edet gelek caran hebû. (Ji kerema xwe re li ayeta Yêremya 25:25 an binêrin). Ji vê sedemê ye ku, em dibînin Babîl bi destên leşker û hêzên yekbûyî, Medan, Farisan, Elamiyan û hêzên ciranên din hat girtin. Padîşahekî medî ku navê wî Dara yan Daryûsê Med bû bi şêst û du saliya xwe bû padîşahê warê Kîldaniyan yan jî Babîliyan. Herhalde bi destê Padîşahê Koreşê Mezin Daryûşê ji nijada Medan li ser temamê Babîlê bû padîşah (Danîêl 5:31; 9:1). Kerem kin li Daryûşê yekem re binêrin.
- Ji bilî nexşeya pêşîn ev agahî gişt ji pirtûka Insight on the Scriptures bi zinamê îngilîzî hatine wergirtin. Heqê van agahiyan tên parastin!
Serkevtina Îskenderê Mezin. Di dema Aheşveroşê padîşah de, herhal ew Kserksesê yekem bû, dîsa jî bi „leşkerên Med û Farisan“ tê îşaretkirin. ‚Heft serokên Faris û Mediyayê ên ku herî nêzîkî Padîşah bûn’ û hê jî behsa „Zagonên Farisiyan û Mediyan“ dihat kirin (Ester 1:3, 14, 19). Di sala 334 de B. Z. Îskenderê Mezin bi zelalî serkevtinek mezin li ser leşkerên Med û Farisan bidest xist, û di sala 330 an de B. Z. Mediya xist bin destê xwe.
Piştî mirina wî başurê Mediyayê ket destê împaratoriya Seloykiyan, lê parçê bakur padîşahiya azad ma. Her çiqas Mediya ket bin destê Partan û Zeloykiyan jî, lê zanyarê cîhûwaran Ştrabo destnîşan kir ku, di sedsala yekem de D. Z. hê jî dundana padîşahiya medan hebû (Strabos Erdbeschreibung, 11, XIII, 1). Di sala 33 an de D. Z. di roja Pentîkostê de bi Medan re Part û Elamî jî di nav neteweyên din hebûn ku, ew bo perestinê hatibûn Orşalîmê. Ji ber ku ew bi gotina „Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê“ tên binavkirin, bi îhtîmalek pir mezin ew dundar û neviyên Cihû bûn ku, Asûriyan ew ji Îsraêlê sergom kirîbûn. Asûriyan ew Cihû bi esîrtî biribûn bajarên Medan, yan jî hindik ji wan baweriya xwe bi olê Cihûyan anîbûn (Kerem kin ayetên Karên Şandiyan 2:1, 5, 9 bixwînin).
Îro gelê Kurd dibêje û îdea dike ku, ew dundan û neviyên Medanin. Eger mirov ziman, dîrok, cîhûwar û civaka Kurdan bîne ber çavan, em pir nêzîkiyan di navbera Medan û Kurdan de dibîne.
[Nexşe yekem] (Nivîsa ku li ser nexşeyê ye)
Kaspisches Meer Derya Xezerê MEDIEN MEDİYA Araxes Çemê Arasê Urmiasee Gola Ûrimiye Elbursgebirge Çiyayistana Elburzê Ekbatana Ekbatana - Hemedan Sagrosgebirge Çiyayistana Zagrosê Tigris Çemê Dîcleyê Babylon Babîl Euphrat Çemê Firatê ELAM ELAM Persischer Golf Delava Îranê
ASSYRIEN ASÛRİYAN
[biguherîne] MADAY¹
Lawê sêyemê Yafet e, ku ew jî lawê Nûh yê sêyem bû (1.Mûsa - Destpêkirin 10:2; 1Ch 1:5). Ew bapîrê Medan tê hasibandin. Li gor vê gihîştinê ye ku, bêjeya Îbranî ya Maday di Pirtûka Pîrozê de bi gotina „Medan“ yan jî „Mediya“ tê wergerandin, bo mînak di ayetên mîna 2. Qiralan 17:6; 18:11; Ester 1:3; Îşaya 13:17 û 21:2. Gelê Med di zimanê Asûr û Babîlî de (Akadî) Madaya û di zimanê farsiya kevn de jî Mada tê naskirin. Di demekî derbasbûyî de ew li çiya û zozanen Îranê, taybetî di navbera herêma çiyayîstana Elburzê yanî başurê derya Xezarê û çiyayîstana Zagrosê rojhilatiya Asûrê şûnwar û cîhwar bûnin. Bêje û gotina ku îro bo Îranê tê gotin, ji bêjeya „Arî“ pêk tê, ku bo dundan û neviyên Yafet tê bikar anîn.
zelakirina wêneyan:
1: Lewhaya li Hemedanê ku bi sê zimanên hemwelatiyên Medan hatiye nivîsandin 2: Ahura Mazda (dibe ku bi maneya „Agirê Mezin” be) Xwedayê tenê yê Medan û Farisan 3: Gora Koreşê Mezin ku li Persepolîs yanî Pasargadê nêzîkî bajarê Şîrazê ye 4: Gora Danîêlê pêxember ku nêzîkî bajarê Şûşê li herêma nê ye 5: Kevirnîşanek ji memûrên Padîşahê Med û Farisan, kumê grover-Med, kumê kofîyî-Faris 6: Ester û Mordekay li ber hizûra Ahaşveroşê padîşah 7: Gundorê Koreşê Mezin ku di cîhe mora wî de dihat qebûlkirin. 8: Geliyê ku Îskenderê Mezin çiyayistanê Zagrosê derbas bû û dawî li împaratoriya Med û Farisan anî. Ev cîh piştî bajarê Nûrabadê li ser reya Şîrazê de ye. 9: Gora Ester û Mordekay e ku ev gor bo cihûyan ziyaret e û li bajarê Hemedanê ye. 10: Nûh piştî tofanê ji keştiyê derdikeve der û bi jin, sê law û sê bûkên xwe ji Xwedê re qurbanê dide.