Psîkîatrî
Ji Wîkîpediya
Psîkîatrî pirr caran bi şaşî wekî psîkologiyê tê zanîn. Psîkîatrî jî wekî psîkologî bi pirsgirêkên derûnînasî, normal û anormal re bilî dibe. Psîkîatrî di dînamîkên tevgerên mirov de metoda bîyopsîkososyal bikartîne. Ango bi nexweşiyên organîk re bilî dibe. Heger ti nexweşî an sîmptom eke organîk (laşî) tunebe û dîsa jî nexweşiyeke psîkologîk peyda bûbe, ev dikeve warê psîkologiyê. Her nexweşeke psîkologek divê cara pêşîn ji aliyê psîkîatrek ve bête kontrolkirin.
Psîkîatrî beşeke tibê ye lê psîkologî nîne. Psîkîatrî bi teknîkên organîk û dermanan kar dike. Di dema Şerê Dinyayê ya II. de zanîstên ji ber terora Nazî ji Germanistanê reviyabûn û hatibûn Tirkiyê, li Tirkiyê bingeha tiba nûjen davêjin. Gelek fakûlte û beşên zanistiyê ava dikin. Herwekî zanîstên Germanan cara yekemîn li Tirkiyê bo nexweşên psîkologîk klînîkek bi navê Bakirköy dadimezirînin û ew kesên ku jê re "dîn û har" dihate gotin bi zanîstîyê tedawî dibin.