Îznîk
Ji Wîkîpediya
İznik navçeyake bajarê Bursa, Tirkiye, ye. Ew li beravên Gola Îznik 86 km dûra Bursa ye. Gorî sala 2000 li wê navçeyê 20200 kes dijî ye.
[biguherîne] Dîrok
Îznîk di dîrok de bajarekî gelek gerîng bû. Ew bi destên generalekî Îskenderê Mezin Antigonos I wek Antigoneia hat saz kirin. Li dor 301 b.z de ew bi destên Lysimachos, yek generalekî ji Îskender şunda, şunda hat saz kirin û wî navê jina xwe Nikaia lê kir.
Li Nicea îroj Konsulên xiristîyanîyên pêşin kom bû bûn. Di 325an de Konsula Nîcea yê Yekem û di 787an de jî Konsula Nîcea yê Duyem hat kirin.
Îznîk di 1080an de i destên Selçukan hat dagir kirin. Lê di Sefera Xaçiyayê Yekem de bi alikarîya Xaçiyan dîsa derbaza kergarîyayê Bîzansê bû. Paş di 1204an de Konstantinopolis di Sefera Xaçiyam Çaram de bi destên xaçiyan hat dagir kirin re, împaratorê Bîzansê Theodor I Laskaris revîya Nicea bû. Heta Bîzansan Konstantinopolis di 1261an de şunda dagir kirin Keyatiya Nicea wek dewleta dewama Bîzans bû. 1331an de bajar bi destên Osmanan ket û demakê bû paytexta Osmanan.