Austin (Texas)
Ji Wîkîpediya
Austin bi tevî 690.252 (2005) niştecihên xwe çaremîn bajarê mezin ê federedewleta DYAyê Texasê ye. Herwekî paytexta wê ye jî.
Xwedî rûberekê 669,3 km² ye û di ber rûbara Colorado de ye. Bajar di sala 1835'î de bi navê Waterloo hatiye avabûn û di sala 1838'î de bo bîranîna damezrênerê serbixwebûna Texasê Stephen F. Austin navê Austin wergirtiye. Di sala 1839'î de jî bûye paytext.
Bajar ji aliyê aboriyê ve pêşketiye. Fîrmayên Dell Computer, Motorola, IBM û Hewlett-Packard li wir in. Bajar bi zanîngeha xwe Texas University navdar e.
[biguherîne] Lînk
Kategorî: Bajar | Paytext | Federedewleta Texas | DYE