Konstantin I
Ji Wîkîpediya


Flavius Valerius Constantinus (27'ê reşemiyê 272 Niš, 22'ê gulanê 337), an jî Konstantinê Mazin û Konstantin I, di navbera 306an û 337an de împaratorê împaratoriya Roma bû.
Wî li Roma xiristîyani serbest kirî bû û li xiristîyanitîye jî mirovakê gering e û bi fermana Milan tê zanin. Di wê fermanê de wî da zanîn ku li împaratorîye xiristîyanî û ol hemû gîşk dikane wera bîjîn. Ji pêra xiristîyanî li Roma belavbû û di 380an de jî bû Ola fermî. Di 325an de wî Konsula Niceaya(Îznîk) yekem kom kir.
Di 330an de wî paytexta bi navê Nova Roma, bajarê ji bo wê pê ra wek Konstantinopolis werê nav kirin, bira KOnstantinopolis.
[biguherîne] Jiyan û Împaratorî
Ew di 27'ê reşemiyê 272an de li Niš, Sirbistan îroj hate dinê.
Paş bavê xwe Konstantius di 293an de keta Tetrarşîya(Kargerîya Çaran) Diokletians re rêya xweya heta împaratorîye dera vebû. Di 305an de paş endamekê Tetrarşîye lê der ket şunda derbaza şuna wî bû salaka din jî ew bi navê Augustus bû împarator.
Di 312an de wî împaratorê Romaya Rojava Maxentius Turin, Brescia û bi dawî Verona bin xist û bi tunî bû împaratorê împaratoriya Romaya Rojhelat.
313an de Konstantin bi Licinius va bû împaratorê rojava û rojhelat. Wan herduya bi tev Fermana Milan saz kirin.
Paş wî Licinius, çi qas bi xwenga Konstantin re zewicî bû jî, 324an de li Adrianapolis û bajarên dinên Trakya bin xist şunda ew bû împarator bi tenê.
Di 326an de jina xwe Fausta û Crispus da kuştin.
Konstantin di 330an de paytexta xwe bire bi navê Nova Roma(Roma Nû) Byzantion(îroj, Stenbol) kir û ew dera şunda çêkir. Ew dera ji pê re Konstantinopolis(yewnani, bajara Konstantin) hat nav kirin.
Çi qas wî xiristiyani li împaratorîyê serbest kir jî xiristiyan bûna wî nê vebîri ye. Dîsa jî li zavê Ortodoks wî gelek pîroz dibinin.