Psîkoanalîtîk
Ji Wîkîpediya
Psîkoanalîtîk an psîkoanalîz yek ji rêbazên şîrovekirina nexweşiyên derûnînasiyê û tedavîkirina wê ye. Avakerê vê rêbazê Sigmund Freud e. Bingehê nexweşiyên derûnînasiyê bi pirranî ji jiyana zaroktiyê tên. Heger mirov sedaman nas bike nexweşî ji holê radibe. Mixabin dinya hundirîn a mirov pirr kompleks û tevlîhev e. Nexweş bi serê xwe nikane ji bin vî barî derkeve. Pêwîstiya wê bi psîkoanalîstan heye.
Psîkoanalîst rewşeke rehet û bêalî (notr) amade dike. Bi rêbazên zîrek û plankirî pirsan li nexweş dike. Ji pirsên rojane û hêsan berî bi jiyana zaroktiyê û tarî ve diçe. Heger nêzîkayî bi sedemên nexweşiyê were, nexweş reaksiyonan nîşan dide û naxwaze bijîşk zêdetir bimeşe. Wê gavê seans tê qutkirin. Ji her seansê bijîşk gelek tiştan bidestdixe.
Psîkoanalîtîk ne tenê bi pirsan dibe, herwekî hîpnoz, bi bikaranîna hin dermanan hwd jî dibe.