Raleigh
Ji Wîkîpediya
Raleigh paytextê federedewleta DYAyê North Carolina (Karolîna Bakur) ye.
Bajar xwedî gelheyekê bi qasî 326.653 (2004) ye. Raleigh di sala 1792'î de hatiye avabûn û navê xwe ji kaşîfê North Carolina Sir Walter Raleigh digire.
Raleigh xwedî gelek fabrîk û navendên hilberînê ne. Fîrmaya navdar IBM bi hezaran kesî dide xebitandin. Dîsa fabrîkên derman, biyoteknolojî wekî Aventis, BASF, Bayer, Pfizer, SAS Institute, Infineon Technologies, Qimonda hwd) hene.
Bajar ji aliyê perwerdeyê û jiyana sosyal ve di radeyeke bilind de ye. University of North Carolina at Chapel Hill, North Carolina State University û Durham (Duke University) li bajêr in.
Li girtigeha navendî ya bajêr, di 2'ê berfanbarê 2005'î de cezayê îdamê yê Kenneth Lee Boyd tê bicihanîn ku ev 1000emîn bicihanîna cezayê îdamê li federedewleta Nort Carolina bû. Cezayê mirinê di sala 1976'î de li vê herêmê tê pejirandin.