Televîzyonên kurdî
Ji Wîkîpediya
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîroka Televîzyonvanîya kurdî û Rewşa niha ya Televîzyonvanîya Kurdî
Bi destpêkirina weşanên herêmî a televîzyonên PDK û YNK 1991an ji vir ve nêzî 15 sal derbas bû. Di 15 salan de televîzyonvanîya Kurdî gelek pêşket. XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK weşan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.Her wiha li başur televizyona PARLEMENA KURDISTANÊ jî her roj 1-2 katjimêr weşan dikir. MED TV yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî, satalaytî weşan dikir. MED TV di sala 1994an de dest bi weşanê kir û di sala 1999an de hate girtin. Piştî girtina MED TV MEDYA TV dest bi weşanê kir. MEDYA TV jî di sala 2003an de hate girtin. Heman salan de Kurdistan TV û Kurdsat TV jî li DEWLETA FEDERAL A KURDISTANÊ ango li başurê Kurdistanê de bi şêwaya satalaytî dest bi weşanê kirin. Televîzyona fermî ya Îranê Sahar TV jî her roj nêzî 5 katjimêr Kurdî weşan dike ev bo Tirkîye û Surîye mînakeke başe. Televîzyona fermî ya Tirkîye TRT jî 2004an de dest bi weşanê Kurdî kir. Li bakurê Kurdistanê hin televîzyonên cigayî hindik be jî Kurdî weşan dikin, piranî klipên Kurdî diweşînin. Niha televîzyonvanîya Kurdî de valahîyek mezin heye. Gel li benda televîzyonên nû de ye. Televîzyonên li başur ku hejmarê wan nêzî 20 e û herêmî weşan dikin divê derbasî satalytê bibin.Bi vî avahî valahîya hanê hinek be jî tije bibe. Televîzyonên Kurdî de ji ber rewşa wan a aborî û mîsyona wan a sîyasî profesyonel bûn ne pêş da ye. Divê tvên gelê Kurd jî bi dehan be, nûjen be û bo muzîkê, belgefîlmê, çandê, dengubasê û hwd.
[biguherîne] Televîzyonên Kurdî
- Kurdistan TV Ji Kurdistana Azad(Başur) 24 katjimêr weşan dike.Satalyt-Netewî[1]
- Kurdsat Ji Kurdistana Azad(Başur) 24 katjimêr weşan dike.Satalyt-Netewî[2]
- Zagros TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.
- Mezopotamya TV (metv) Ji ewrupa weşan dike. Satalyt-Netewî [3]
- Roj TV Ji ewrupa weşan dike.Satalyt-Netewî[4]
- KNN TV Li ser Înternetê weşan dike.Înternet-Netewî http://www.knntv.net
- SAHAR TV-BEŞA KURDÎ Ji Îranê weşan dike.Beşa Kurdîya tv ya Komara Îranê ye. Satalyt-Netewî
- GULAN TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî http://www.gulan-media.com
- XAK TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmîhttp://www.khaktv.com
- KTV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmîhttp://www.ktv.cjb.net
- PERWERDE TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- PUK TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmîhttp://www.pukmedia.net
- KCP TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmîhttp://www.kurdistancp.org
- PDK TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- KTV-DUHOK Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- U TV Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- T.GELÎ KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- S TV-KURDÎ Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- TV KURDISTAN Ji Kurdistana Azad(Başur) weşan dike.Herêmî
- GUN TV i Bakurê Kurdistanê(Amed) Weşan Dike.Herêmî www.gunradyotv.com
- TRT-BEŞA KURDÎ Ji Tirkîye weşan dike.Beşa Kurdîya tv ya Komara Tirkîye ye.Satalyt www.trt.net
- KURD TV-I Ji Kanada weşan dike.Herêmî http://www.kurdtv.com
- KURD TV-II Televîzyona Kurdî li DanîmarkaHerêmî http://www.kurdtv.dk
- TV LI USA&CANADA http://www.kurdistantv.net
[biguherîne] Televîzyonên Cîgayî (Mehelî)
- DUHOK TV Li Kurdistana Azad(Duhok) Weşan dike.www.ktvonline.com
- KERKUK TV Li Kurdistana Azad(Kerkuk) Weşan dike.
- TV KURDISTAN Li Kurdistana Rojhilat(Sîne) Weşan dike.
[biguherîne] Bernameyên Televîzyonên Kurdî
- SABATÎ STRAN http://www.sabatistran.com
- MERG Û ÇÎMEN http://www.mergucimen.tvk
- JIVANA STRANAN http://jivanastran.ktvonline.com
- SIMIRÊ TAVSORKE http://people.freenet.de/helbest