Özgür Gündem
Ji Wîkîpediya
Di 14 Nîsana sala 1994an de Rojnameya "Özgür Gündem" hate girtin. Rojnameya Ozgur Gundem di dirêjahiya jiyana xwe ya 18 mehan de 26 şehît da.
ŞEHÎDÊN OZGUR GUNDEMÊ
- Di 12`ê Adara sala 1994an de nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sîweregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin. Aqîbeta Babaoglu heta niha jî nayê zanîn.
- Di 18'ê Sibata sala 1993an de Nûnerê Rihayê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç bi destên hêzên tarî hate şehît kirin.
- Di 8`ê Hezîrana sala 1992an de nûçegîhanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hate şehîdkirin. Hafiz, di sala 1996an de li Lîceyê hate dinê. Ji pêvajoya Lîseyê û pê ve hertim hate binçavkirin, ji êşkenceyan hate derbaskirin û nêzî 7 salan di zîndanê de ma. Di herî dawiyê de dema ku nûçegîhaniya Rojnameya Ozgûr Gûndemê dikir, ji aliyê kontrgerîllayên Tirk ve hate qetilkirin.
- Di 9`ê Mijdara sala 1993an de, belavkerê rojnameya Ozgur Gundemê Adil Başkan li Nisêbînê ji aliyê Kontr-gerilla ve hat qetil kirin.
- Di 10`ê Mijdara sala 1993an de, belavkarê rojnameya Ozgur Gundem yê Amedê Yalçin Yaşa ji aliyê Kontre-gerilla ve hat qetil kirin.
- Di 27`ê Mijdara sala 1993an de, Berbirsiyarê belavkirina rojnameya Ozgur Gundem yê bajarê Wanê, Adnan Işik ji aliyê Kontre-gerilla ya Tirkiyê ve hat qetil kirin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».