Şamkuş
Ji Wîkîpediya
Şamkuş (tr. Çermik) yek ji navçeyên Amedê ye. Rûber 1.032km², bilindahî ji rûyê avê 700m ye. 90km li bakur-rojavayê Amedê dikeve. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 16.056 û bi giştî jî 45.570 e.
Şamkuş, Çêrmûg, Çêrmik, Çermik, Aberne navên di qeydên dîrokî de ne. Dîroka herêmê heya dema Hûrrî - Mîttanî tê zanîn (b.z. 3500 - 1260). Çêrmûg navê xwe ji Çêrmûgên li herêmê digire. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Aboriya herêmê bi giranî li ser tûrîzma Çêrmugan e. Salê li dora 350.000 hezar kes çêrmûgen xwezayî yên herêmê ziyaret dike. Herwekî xwedîkirina ajalan û çandinî jî heye. 76 gund û 41 mezre girêdayi Çêrmûgê ne. Nifus bi tevayî ji Kurdan pêk tê. Kurdên herêmê bi zaraveyê Kurmancî û Dimilî diaxivin.
[biguherîne] Wargehên tûrîstîk yên navçeyê
- Şelaleya Şêx Hesen (tr. Şeyhandede)
- Pireya Xabûrmanê
- Mizgefta Kabûnî (tr. Ulu Cami)
- Çêrmûga Belqisê (tr. Çermik Kaplicasi)
- Kela Çêrmûgê (ji dema Medan)
- Kaniya Xanimê (ji dema Medan, paşê gelek caran hatiye nûkirin)
- Kaniya Bandîzade
- Kaniya Şîr
- Kaniya Kalo (tr. Ali Dede)
- Kaniyên dîrokî (Pîro , Kayme , Avdest , Çirik , Aşûr, Xorafind , Mîrza , Babko hwd)
- Medreseya Evdila Paşa - Şêrko)
- Qesra Began
- Tekkeya Sêkinan
- Sînegoga Yehûd
- Dêra Aşûriyan