Şerê Şêx Seîd û salên Şewatê
Ji Wîkîpediya
”Ha rabû ha rabû |
Şêx Seîd efendî rabû |
Gulleyên van zaliman |
Diçirsin wekî çiran |
Topên van kafiran |
Dizûrin wekî guran. |
Heylo li me hewarê |
Delîl li halê Îslamê |
Kes bi îmdada me nayê |
Gola xwînê pir kûr e |
Debra nû nade qamê! |
Şerê Şêx Seîd û salên Şewatê Wek tê zanîn serhildana Şêx Seîd di sala 1925 an de dest pê kiribû. Herçiqas serhildanê li Pîranê dest pê kiribe jî, di eslê xwe de navenda şoreşê li herêmên Licê û Darahênê bû. Licê û Darahênê cîranên hev û wek heremek in. Ji xwe paytextê şoreşê Darahênê bû. Licê ji sala 1918 an ve, bi rêxistinî bû. Fehmiyê Bîlal di sala 1918an de bi Ekrem Cemîl Paşa û çend kesên din re li Amedê beşê Komeleya Pêşketina Kurdistanê vekiribû. Ew Di sala 1922an de jî bûbû damezravanê Rêxistina Azadî ya beşê herêmê. Piştre ku Serokê Rêxistina Azadî Xalid Begê Cibrî ji aliyê dewletê ve tê girtin, vê carê Rêxistina Azadî Şêx Seîd wek serok hildibjêre. Şêx Seîd ji pêşewayên Tarîqata Nexşebendî yek bû. Di nav tarîqata Nexşebendî de ew şêxekî paye bilind bû. Şêx Seîd dibe serokê şoreşê û Fehmiyê Bîlal jî dibe sekreterê wî.
Şêx Seîd bi 500 siwarî ve, ji Darahênê tê herêma Dimbilyan. Komîteya Licê di bin serokatiya Fehmiyê Bîlal de Mele Mistefayê Licî, Tahar Axa, Eliyê Şewêş, Eliyê Hewro û bi sedan kesên çekdar ve diçin herêma Dimbiliyan pêşiya Şêx Seîd. Li wir, li gundê Emê Faro civîneke mezin çêdikin û rêzek biryar digirin. Şêx Seîd ji wir jî bi ser Hênê re derbasî Pîranê dibe. Wek tê zanîn dewlet li Pîranê provakisyonekê derdixe û ji bêgavî û neçariyê şer dest pê dike. Di 8ê Sibata 1925an de serhildan li Pîranê dest pê dike û nûçeya wê gehîje Hênê û Licê, di du roj piştre 10ê Sibatê de, birayê Şêx Tahîr bi komîteya Licê re dest dide ser postexanaya Licê.Di navbera çend saetan de hemû dem û dezgehên dewletê tên dagîrkirin û kontrola birêvebiriyê dikeve destê komîteya şoreşê. Esker û memûrên dewletê nayên kuştin û ji derî çend bûyerên nexweş êşkence li wan nayê kirin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Çûna ser Amed û dorpêçana wê
Şêx Seîd ji 8 kesan Konseya Şer ava dike. Ev konseya rêxistina herî bilind e û hemû rêxistin û komîteyên din di bin biryar û dîrektîvên wê de dixebitin. Endamên Konseya Şer ji van kesan pêk tê: 1. Şêx Seîd (serok), 2. Fehmiyê Bîlal Efendî (sekreter), 3. Seîd Begê Medragî, 4. Şêx Îsmeîl, 5. Reşîd Axayê Têrkî, 6. Salih Begê Hêneyî, 7. Sidîqê Pîranî, 8. Mele Mistefayê Licî. Komîteya Şer di pênc cepheyî de dest bi şer dike:
- Cephê Bakur û Bakurê Rohilat. Qada şer Mûş û Varto ne. Komutan Şêxê Melikan Şêx Ebdullah e. Di bin komutaniya wî de Xalid Begê Hesenanî, lawê Şêx Seîd Elî Rîza û Xelîlê Xeto ne.
- Cephê xarpêtê, komutan Şêx Şerîf e.
- Cephê Erxeniyê, komutan Şêx Şerîfê Gokdereyî ye.
- Cepheyê Farqînê,komutanê Şêx Şemsedîn e.
- Cephê Diyarbekirê ji rojhilat ve Heqî Beg û ji rojava ve Emê Faro ye.
Herweha Komîteya Licê bi talîmata komîteya Giştî ya Şer seferberlik îlan dike. Ji gom û gundên Licê bi hezaran kesên çekdar li navenda Licê dicivin. Li gor îmkanên xwe çek peyda dikin. Li Licê du serfermandarî ava dikin. Her fermandariyek bi qasî 3.000 çekdarî pêk tê. Yek di rojavayê Çemê Dîclê de û ya din jî di rojhilatê çemê Dîclê de ber bi Amedê ve diçin. Serfermandarê rojava Emê Faro û ya rojhilat jî Heqî Beg bûye. Bi siwarî û peyatî dikevin ser riya Amedê. Li nêzîkî Amedê şer di navbera çekdarên Liciyan û hêzên dewletê de dest pê dike. Siwariyên canfîda dajon ser top û mîtralyosan. Hêzên dewletê nikarin li ber xwe bidin û bi paş ve vedikişin nav bajêr. Ew top û tifingên xwe di hundirê bedenê de bi cî dikin. Hêzên di bin serokatiya Heqî Beg û serleşkerên din de pira Dehlengerî derbas dibin û nêzîkî li Derê Mêrdînê dikin. Eniya din di bin serokatiya Emê Faro de di rojavayê çem de hêla Deriyê Rihayê lenger dikutin. Hêzên Emê Faro û yên birayê Şêx Seîd, Şêx Evdirrehman ku serfermandariya eniya Made- Ergenî û Pîranê dikirn li ba bedenê dibin yek. Ji xwe ev hersê hêz tenê diçin ser Amedê. Ji sê hêzan du yên herêma Licê ne. Herwha di roja 29ê sibata 1925an hêzên Kurd ji her alî ve derûdor li bajêr digirin.
Belê cephê Amedê dibe cephê Liciyan. Di şerekî dijwar û bêbav de ew xwe digîhînin bin bedena Amedê. Êrîşên dijwar dibin ser top û makînan. Cemîlê Seyda û gelek kesên din di vî şêrê top û mîtralyosan de serketin û destketinên mezin bi dest dixin. Bi tifingên kurmancî top û makînên cengê ji dijmin digrin. Di dawiya şerekî dijwarde, di rojên 7 û 8ê Adarê de eskerên Şêx di Derê Mêrdînê de dikevin hundirê bajêr û dest didin ser gelek top û cebilxane. Lê hezar mixabin dijmin di Xeta Fransawî de esker dikşîne Mêrdînê û di riya Mêrdînê digijîne alîkariya hêzên xwe yên nav bajêrê Amedê ku dor li wan hatiye pêçan. Hêzên Şêx Seîd li hember wan top, tank, balafir û eskerên dewletê bêgav dimînin û xwe ji bajêr û derdora bajêr bi paş ve vedikişînin.
Di 27ê Adarê de hêzên herêmên Licê û Darahênê bi paş ve, ber bi çiyayên Licê ve vedikişin. Aliyê Kurdan têk diçe. Çend roj piştre Di 3-8 Nîsanê de eskerên Tirk hemû herêmên Licê, Darahênê û Cebexşûrê digirin bin kontrolê. Di 14 Nîsanê de jî Şêx seîd dikeve destê hêzên Tirk.1 Gund û navçeya Licê dikevin destê eskerên Tirk. Komutanên artêşa Tirk bînbaşî Elî Heyder li Licê, li Pilolagê konê xwe vedigire. Gaziyê cehş û sîxuran dike. Bavê Hîkmet Çetîn Seîdê Mehmo rêberî û serokatiya sîxur û cehşan dike. Lîsteya malbatên ku esker û alîkariyê dabû Şêx Seîd pêşkêşî komutanên Tirk dike.
Li Licê her kes dikeve hundir û paçê spî li ser dîrekekê dixin û li ser xaniyên xwe dadiçkînin. Piştre sîxur didin pêşiya eskeran, mal bi mal digerînin û ew kes û malbatên ku giliya wan hatine kirin, berhev dikin û dibin Pilolagê ba komûtanê Tirk. Hinek ji wan li wir dikujin û çendek jî dişênin mehkema Îstîqlalê ya li Amedê. Yên ku dişênin Amedê piraniya wan bi paş ve venagerin. Yên beşdarên şer bûne dema tên girtin, serên wan jê dikin, li ser singekî dixin û didin destê delal û carcî bi wan didin bangkirin. Ji mehela Qerehesen heta ya Şeer û Goyê Gomgo diçûn û tên. Bi dengekî bilind diqîrin:
- ”Derkevin, derkevin û vê îbretê bi çavên serê xwe bibînin! Mirov nikare li hember dewletê şer bike. Yên ku bên xapandin û li hember dewletê şer bikin, dawiya wan ev e. Bibînin… bibînin ji xwe re hukmê dewletê bibînin!…”
[biguherîne] Berxwedana Tahar Axa û Eliyê Şewêş
Berxwedan û serpêhatiya du qehremanên Licî ji wê demê ve heta niha dê û bav ji zarokên xwe re dibêjin. Bûyer weha ye: Dewlet ew malbatên ku beşdar û piştgiriya serhildanê kirine, malên wan dike girtîxane. Tê gotin ku girtîxana herî mezin û bi nav û deng mala Fehmiyê Bîlal bûye. Herweha li mehela Mela gelek mal û camî dikin girtîxane. Gelek kesî digirin û dibin li wir bi wan êşkence dikin û piştre jî dibin û dikujin. Ji wan girtiyan yek Tahar Axa û yê din jî Eliyê Mala Şewêş bûye. Herdu jî mezinên malbatên xwe bûne û endamê Komîta Licê bûne. Her ku bi Tahar Axa û Eliyê Şewêş îşkence dikin, ew jî heta ku ji wan tê bi sloganên netewî diqîrin û li dij dewletê gotinên nebaş dibêjin. Malên nêzîk dengên wan dibîhîsin. Eskerên Tirk di dawiyê de ji bo dengên wan bibirin lêvên herduyan yên jêrîn û jorîn qul dikin û quflik lê didin û devên wan kilît dikin. Ji bo kuştina wan medota gulebaranê bi kar nayînin. Herduyan di kêleka hev de, li ser piştî davêjin erdê û darên mezin û giran didin ser zikê wan, bi rojan weha di bin êşkence de dihêlin ku heta ku şehîd dikevin.
Herweha ji gundên ku kes beşdarên şer bûbûn an jî alîkarî dabûn, bê lêpirsîn û îfade mêrên gund li meydana gund kom dikin û piştre gullebaran dikin. Gelek jin û zarok dikin lodên çilo û agir berdidin û bi lodên çilo ve ew dişewtînin.
Mala Mehmo heta salên 1930 û xebata xwe ya sîxur û muxbîriyê didomînin. Di sala 1928 an de dema hukimeta Mistefa Kemal înqilaba şewqê çêdike, mala Mehmo bi riya dewletê şewqe tînin Licê û difroşin. Şewqeyekê bi 25 qurişî dikirin û tînin bi darê zorê bi du lîrayî difroşin xelkê. Dema xelk di hember vê zilm û kedxwariyê disekine, mala Mehmo diçin ji dewletê re dibêjin ku ev kes û malbat li dij qanûna şewqê ne. Çend kes ji bo şewqê jî tên bi dar ve kirin. Yek ji wan Emrê mala Emîn Axa ye ku niha paşnavên wan Ekinci ne. Li ser giliya Mala Mehmo Emer û çend kesên din digirin û dibin Amedê li mehkmeya Îstîqlalê bi dar ve dikin.
Li herêma Licê bi tenê gundên Pêşêkevir beşdarî Şerê Şêx Seîd nebûne û dewletê dest nedaye wan gund û gundiyan. Pêşêkevir gundên başûrên Licê ne ku dikevin navbera Licê, Hezro û Silîvanê. Piraniya wan gundiyan mirûdê Şêxê Hezanê, Şêx Selîm bûn û Şêx jî bi dewletê re bû. Tê gotin ku Atatirk madelye û saeteke zêr wek xelat daye Şêx Selîm. Şêx xelatên xwe bi dîwar ve kiriye ku xelk bibîne. Hîn di dema Osmanî de Mistefa Kemal bi rutba yuzbaşî li Farqînê dixebite. Şêx Selîmê Hezanê wê demê Mistefa Kemal wek lawê xwe yê manewî qebûl dike. Evirrehmanê Benî ku mêrkujekî dijwar bû peyayê Şêx Selîmê Hezanê bû. Di dozekî xwînî de 17 kesî di dema nimêja înê li nav camiya Benê kuştibû. Şêx Selîm û dewletê piştre wî qatlî kirê kirin û li hember kes û hêzên welatparêz bi kar danîn. Evdirrehmanî Benî serokê mifreza bakurê Licê ya herêma Mistan Mûso û Mehmed Elî bi çend hevalên wî ve li şikeftên Qediştê di xew de dikuje û laşên wan tîne Licê li ba sereya Mehmed Begê li kêleka hev rêz dike. Li gundê Zengê bi tenê Malbata Hecî Mihemed ji ber ku ne mirûdê Şêxê Hezanê bû, xaniyê wî hat şewitandin û pênc lawên wî Ezîz, Elî, Arif, Reşîd û Sebrî hatine şehîd kirin.2
[biguherîne] Şerê gerîlayî
Piştî girtin û bi darvekirina Şêx Seîd, şoreş carek din xwe li herêma Licê ji nû ve bi rêxistin dike. Bi grûbên biçûk dest bi şerê çekdarî dikin. Herweha heta sala 1928 an şer li herêmên Licê û Darahênê dom dike.Dewlet bi zanebûn efûyeke giştî derdixe ji bo ew kesên ku şerê gerîlayî didin û ew kesên ku çûne Binxetê bi paş ve werin û yek bi yek ji navê rabikin. Û weha kirin. Efû derxistin gelek serokên Kurdan ji Binxetê vegeriyan û yên din jî çekdanîn. Dewletê hîn di rê de dest bi kuştina wan kir. Yên mayî hinek jê mecbûr dimînin û carek din dest davêjin çek û derdikevin çiyê. Di sala 1929 an de şerê Agiriyê dest pêdike. Hinek ji wan koman diçin beşdarî şerê agiriyê dibin û hinek jî dixwazin ji bo dewlet bi tevî bi ser Agiriyê ve neçe li gelek herêmên Kurdistanê mifrezên çekdar pêk tînin û dest bi çalakiyan dikin. Hesen hişyar wê rewşê weha tîne zimên:
- ”… Di sala 1929an de ji bo ku dewleta Tirk hemû giraniya xwe nede ser Araradê Kurdên ku ji ber efuyê vegeriyabûn û yên ku heta wê rojê teslîm nebûbûn û li çiyayên Kurdistanê komên biçûk avakiribûn. Ji wan komên mifrezan hinek jê ev bûn:
- Li çiyayê Mereto Mala mufreza mala Eliyê Yunis.
- Li Botan eşîreta Garisan
- Farqîn Şêx Fexrî
- Li Licê û Hênê Hesen Hişyar
- Têrkan Mehmedê Perî û Îbo
- Bakurê Licê li herêma Mistan Mûso û Mehmed Elî
- Xançûk, bakurê rojavayê Licê ku dikeve rojavayê riya Amed û Cebexçûrê. Eşîra Emê Faro, piştî Emê Faro Mufreza Ehmê Huseyn
- Cebexçûr, mufreza Zaza Huso
- Li Palo li herêma Sîwanê mufreza Hesen axayê Meman.
[biguherîne] ”Şikeftên Sêwiyan, nexweşxanên Birîndar û Kuştiyan”
Destpêka şoreşê di 13. 2.1925 an de me li pênc qadan derî li şerê leşkerên Tirk vekiribûn. Di van pênc eniyan de 45 hezar leşkerên me li hember 118 hezar leşkerên Tirk şer dikir. Di sê mehên pêşîn de, me bi awayekî cepheyî û berfireh şer kir. Di wê plana şer de, gelek dijwarî û asteng derketin pêş me. Bi wan tecrûbe û zanînan sercengiya şoreşê, şerê me wergerandin şerê mîlîsî (gerîla) û qerargeha me kete çiyayê Xançûkê. Ew diket bakurê qeza Licê. Di navbera Licê û Darahênê de bû û 50 km ji Licê dûr bû. Di vê herêmê de 25 gund hebûn lê leşkerên Qolorduya Heştan tevahiya rûniştvanên wan gundan bi jin, mêr, kal û pîran ve kuştibûn û herêmê vala kiri bû. Şoreşê dixwest herêma vala dabigre.
[biguherîne] Programa wê Şergehê
Ji şerê qadan pê ve, her roj tîpên canbêzaran (grûbên fedayî) bi kişandina çîtikên reş dihatin niqandin. Her tîpek 50 fedayiyên sîlahşor di bin serokatiya serbazek de diketin eniya şerê dijmin. Derketina van fedayiyan bê atlahî pê der pê bûn lê kişandina fîtikên reş jî ne tiştekî hêsan bûn! 2 Ji wîqasî min xwe jê hinek vedigirtin lê axaftvanê şoreşê di gotaran de bi pirsên dilbirîn agir bere dilê mirov didan ku ew tirsa mirinê ji bîra mirov dibirin. Bi wan dilgermiyan rojekê min jî dest xiste tûrê fîtikan û kaxizeke reş kişand lê dilê min spî û ronik bû. Belê mirin hate ber çavên min lê dîroka welat jê mezintir bû. Ew perde li hişê min vegirt. Bi wê ramanê min xwe bextiyar dît. Daxwaza xwe ji komelê re derpêş kir û rêzan ji wan xwest. Tavil 50 xortên cengewar xistin rajêriya (bin emrê) min û qada çûna me bi min dane zanîn. Em tev de bi cilên leşkerên dijmin û hespên me jî yên wan bûn. Ji bo ku dijmin me ji dûr ve nas neke heya em bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku gera me bi roj bû, ji dêla ku ew li me bigerin, em li wan digeriyan. Lewre plana fedayî ew e ku ber bi mirinê ve zêdetir gav davêtin.
Gava em ji şergehê (qerargahê) derketin êvar bû. Êdî şevê perda reş li çiyan vegirtibû. Bergeha me wek behreke reş û tarî destên me ji me xuya nedikirin. Rênerî li benda awirên çavên hespan mabû. Rê wek kemeran li pesarên çiya dizivirîn. Bayê sar di geliyên bilind û kûr de li hev vedigeriya. Kovikên berûyan bi dar û deviyan di nav pêlên bayê de difîkandin. Du siwar pêşdar û du domdar li pê me em rêwî bûn. Bê deng û bê cixare kişandin şev giha bû nîvî. Min dît ku herdu pêşdar sekinîne û ji min pirsîn:
- – Ezbenî li van dorana gund, avahî hene an na?
Bersiva min:
- – Li milê çepê bi navê Dereyê Sayer gundek hebû lê Tirk şêniyê (kes, nifûs) wî tevde kuştin û niha gund vala ye. Wî got:
- – Ezbenî li wê hindavê dengê giriyê zarokekî tê.
- – Min got:
- – Du ji we dakevin, bê ka çi deng e?
Diduyan hespên xwe dan destên hevalan û daketin nizmaniya çiyan. Di gehîştin û dîtinê de li fîrfîrikê dan, hingê me zanî ku tiştek heye. Ez û pênc heval daketin û çûn ba wan ku çi bibînin! Newaleke kûr û dirêj ji kuştiyan (jin, zarok, kal, pîr) dagirtiye! Ew girîna zarokekî yeksalî li ser sînga diya xwe ya mirî bû û dev di pêsîra bê şîr de bû! Wê dergûşê bi pencên xwe xwîn ji birîna diya xwe anî bû der. Li ser singê wê wek kaxizeke spî bi xetên sor hatibû neqşandin! Bi vê dîtinê hîn hevalên ku ew bûyera weha dijwar ne dîtîbû û ne bihîstibû, hêstirên çavên wan diherikîn ser simbêlên wan, hingî min ji wan re got:
- – Xortên dilower û dilovan, li ber kirinên dijmin girî ne şanê Kurd e. Divê em dijminê sitemkar bi girî vekin û heyfa wan hilînin.
Ji wan dîtin û dilên birîn me rahişte wî zarokî, bi xwe re anî ba hevalan. Em siwar bûn û berê hespên xwe bi şikefta Birqlînê ve kir. Bergehekê şoreşê li wir jî hebû.
[biguherîne] Şikefta Birqleynê
Ew şikefta bi navûdeng dikeve bakur-rojavayê qeza Licê ku sê çaviyên çemê Dîclê ji wir dertên. Jê re Biriqleyin tê gotin. Di rex bilindiya çiyê de, ew şikeft di bin çiyayekî bilind de bi awayekî kemer wek kesk û sora nav ewr bi derekî mezin lenger veda ye. Di gelîyekî kûr de ye. Di pozê bilindiya dûr de tîrêjên rojê bi rengê memûşag li şax û kulîlkên darên kevot, qizwan û godîşan wek elektrîkên renga reng vedidan. Di nav bilindiya pêlên derya ba de, li ber çavên mirov dilerizîn. Nemaze ew giyayên ku bi daran ve hilkişiyane jor wek têlên tembûran ku mirov bawer nake ew ronahî ji tayên giya vedijene.
Çawa ku ji bîna wan gul û giyan tevî kulîlkên daran dibin pelên derya dadikevin nizmanî û newalan û li rûyên mirov vedigerin! Gezokên ku li dar û deviyên mazî û hesindar bariyane, dema roj li wan dide pelên wan dar û deviyan wek mirikên ku roj li wan xe, tevde diberiqîn û çavên mirov li ber wan venabin!
Ava Dîclê di bin siya daran de wek lefên maran di ser hev re pêl didin û digindirin. Tîrêjên rojê di nav pelên daran de pelek pelek li rûyê avê didin wek perên zîv têne jimartin! Di kenaran de pêlên avê li zinarên mezin dikevin, di ber qefan de bi kefa şîn pingêr vedidin. Ji lat û zinarên bilind çirên avan dema dadikevin nizmaniya kûr wek caweke spî li hev ditewin. Li erdê wek sabûna tayîd kef didin. Dengên şalûl û bilbilan dikevin nav hev.
Di valayî jorên geliyan de, li gor bilindiya kumbetên serê çiyan, ezman wek çadireke şîn ji hev qet qetî xuya dike. Dar, ber û hêşînayî ku di pesarên çiyan de bergeh girtine wek xaliyên Ecem bi rengên tewir tewir rewişdar in. Çi kesên ku zanistiyên mîtolojî û pesindariya bihuştê bîstibe, bawer dike Baxê Îrem ew der e.
Ew zaroka ku me ji nav kuştiyan anîbû bi me re bû, em ber bi şikeftê diçûn. Nîvê şevê em gihan Kevira Bazdê. Di newalên pêş û rix me de garanên berazan hevgel dibûn. Çawa ku li serê zinarên bilind pişkênên pezên kovî û dengê goyînê wek nalîna birîndaran bi zîz diketin guhên me. Li ezman istêrk hûr û dûr diçirisîn. Helm û gulma ji çaviya çemê Dîcle radibûn wek mijê, ew newal û nizmanî dagirtibûn.
Em gîhan nêzîkî şikeftê. Devera ku hespên me nikaribûn derkevin jor, me hesp li benda hevalan hiştin, bi peyatî ez û çend heval hilkişiyan jor. Ji nişka ve deng hat û gotin:
- – Hûn kî ne, me hûn kuştin?
- – Em jî ji we ne, ne bîyanî, destên xwe bi xwe bigrin!
- – Yek tenê ji we werin jor ba me.
- – Ez bi tenê çûme ba wan û şevbixêr li wan da ku çar kalên emrên wan li derdora 60-70yîne. Di dest wan de tifing û li ber wan bombeyên destavêj komkirine. Bi wê dîtinê min ji wan re got:
- – Apên mêrxas û cengawer, ez gelek xweziya xwe bi we tînim ku hûn bextîyar in. Tevî vê kalîtiya xwe hûn payedarên jin, zarok û birîndaran in. Li welatên bîyanî kalên wek we timî bi derziyên vîtamînan jîndar in, dîsa nikarin zivistanê ji ber soban dûrkevin. Ev quwet dîsa ji ba û hewa paqij a diya me Kurdistan tê. Ku tevî vî emrê mezin û xwarinên kêm hûn hêj xurt û hêzdar in. Yekî ji wan ji min re got:
- – Birarzê delal ma ne şerm e, te cilên zabitên dijmin li xwe kirine?
- – Apê delal ez zabitê Kurd im, ne yê dijmin lê min cilên dijmin li xwe kirine ku bikaribim xwe bigihînim nêzîkî wan û keysê li wan bînim.
Piştî pirsyar û bersivan, min xeber da hevalan û ew jî hatin. Du bar beksemat û goştên qutîkan tevî hin ”Îtalya harb paketî” ji bona birîndaran ên ku me ji leşkerên dijmin girtibûn bi xwe re anîn û em derbasî şikeftê bûn.
Şikeft bi awayekî pehn û dirêj wek bajarekî sergirtî di hundir de kuçe û kolan bi birrandinek hendesî ji hev dihate qetandin. Di her kuçekî de bi dehan şikeft hebûn. Tevde çarçik li dorhêl wek kursiyan ji kevir pêçandibûn. Dîwarên wan tevde ji çîn û neqişan (niha ewropî diçin fotografên wan digrin û dixin albûmên xwe) di kevir de kolandî li ser deriyê der ê mezin bi xetên Kurdan ên kevin ”Masî Soratî” (Abdîn Uzmen mufetişê Tirkan li Diyarbekir, yê bê ol, çar silim ji Licê birin û xistin serhev û 500 pangnot da yekî. Wî bi çakûçan ew nivîsarên giranbiha wek li pira Batman û bedena Diyarbekirê gişt xira kir.) nivîsandibû. Dema di hundir de em digeriyan refên şivşivokan di ser mere difiriyan. Ji baweşînên baskên wan bayekî sar li rûyê me dida. Berê ku em gîhan şikeftên Sêwiyan, ên ku dê û bavên wan hatibûn kuştin, hinên ji wan re bûbûn dê û bav û wan xwedî dikirin. Ew zaroka ku bi me re û me ew ji nav kuştiyan anîbûn ew jî me sparte wan. Ew jî kete nav hevalên xwe ên sêwî! Ew nan û qutîkên ku bi me re bûn, me, ew dan wan û em derbasî şikefta birîndaran bûn!
Dema em derbasî şikefta birîndaran bûn, me xêrxweşî li wan dan û min ji wan re got:
- – Gelî birayên dilawer û cengewar, divê hûn bizanibin heya ku em birîndar nebin miletê me bi hêsanî û bi azadî najî! Ev xwîna birînên we ne ku pê dîroka hunerweriya gel tê nivîsandin. Rengê ala me ya pîroz ji xwîna we reng vedaye! Divê hûn bextiyar û payedar bin. Her bijîn fedekarên milet!
Lê sed mixabin doşekên bin birîndaran ji pûş û pelên çilo bûn. Bi kesereke mezin min ji wan pirsî:
- – Birînên we kî derman dike û dermanên we çi ne?
- – Pêşî mîlên hingiv û xwê, paşê ji benîştê daran, şima û rûnê nivîşk.
- – Ka bijîşkên (doktor) we kî ne û li kû ne?
Em derbasî ba bijîşkên bê dîplome, dermanxane û bê derman bûn. Me dît ku li wir jî sê kal hene. Her yek bi dermanekî ve bendewar bûn:
l- Hingiv û xwê di nav hev de dikelandin heya ku dibûn hevîr, paşê dikirin mîl, li ser sêlikan ziwa dikirin û dibûn wek bizmar. Bi wan birîn dikewandin.
ll- Rûnê nivîşk, benîştê qizwanan û şima hingiv di nav hev de dikelandin û berê qutîkan didan. Ev dikirin fitîl ji bo birîndaran. Ji vê pê ve dermanên wan tune bûn.
lll- Yê sisêyan nêrevanê ser herdu bijîşkan bû. Wî pîvan û demdirêjiya kelandinê bi wan dida zanîn. Ew serbijîşk bû. Li ser vê dîtinê min ji her sêyan pirsî:
- – Xwarina we tevî birîndaran û zarokan çi ye û ji ku ji we re tê?
- – Xwarina me gişan tenê goşt û nan e. Ji her çend rojan carekê şoreş ji me re 15-20 pez û 10 çiwal ard dişîne. Em wan pezan serjê dikin. Pîrek jî nan li ser sêlan dikin.
Piştî van pirsyaran, min ”Îtalya har paketî” ji bo birîndaran da wan hersê doktoran û ji wan re got:
- – Doktorên dilovan, birînên nû bi van derziyan derman bikin, ji wan mîlên hingiv û xwê gelek çêtir in. Her ji wan bi destên me ketin em ê hinên din ji we re bînin. Ger em vegeriyan wargeha şoreşê em ê ji wir ji we re bişînin. Niha bere me li qada şer e; em nizanin em jî birîndar dibin an têne kuştin û navê me derbasî dîroka me ya pîroz dibe!
Dîsa min ji wan pirsî:
- – Ezbenî ew birîndarên ku dimirin û diçin dilovaniya Xwedê hûn li ku vedişêrin?
- – Hêdî bipeyîve, dengê xwe hilmede ku birîndar nebihîsin. Werin em herin şikeftê miriyan pêş we bikim.
- – Ew li pêş me û em li paş wan debasî zivîngên dawîn bûn ku şehîd tevde di ber hev de dirêjkirî ne! Wek ku di xewa şêrîn de bin! Ji ber ku şikeft cemidî bû û laşên wan xirab nedibûn. Hingê bi axîn û keser min got:
- – Hey peyarî û mezintirîn milet, we ji bona azadiya welat û gel ruhê xwe yê şêrîn bi derda! Niha li ber çavan hûn mirî û ji civaka me bi dûr ketine lê giyana we ya paqij di ezmanê welêt de ronahî vegirtiye! Hûn nêrevanên kirinên me ne. Heya roja dawî em minetkarên we ne. Hîmê azadiya me bi zendên we tên danîn. Çawa ku navdariya dîroka me ji hunermendiya we dagirtî ye! Serbilindiya me hûn in. Pesindariya me bi we ye! Niha dengê me nayê we lê sibê dengê welatiyan nayê me jî, ji ber ku em jî li pê we rêwî ne. Em heyfa we digerin! Belê dengê me nayê we lê dûxana tifingên me di valayî jora erdê welêt de li dor giyanê we yê pîroz weke hîvê bênder girê dide. Heya ku ala azadiyê wek kesk û sora nav ewr li dor giyanê we tevan vede, hingê em bextiyar û hûn jî peyar in!
Bi van gotinên dilbirîn me ew goristana bê mezel hişt û vegeriyan ba birîndaran. Dîsa dilgermî da wan û hatin ba koma sêwiyan. Wek pêwirê ezman li hev kom bûn. Me destên xwe li serên wan gerandin, girî kete qirika me û em ji şikefta Biriqlîn derketin û hatin li hespên xwe siwar bûn û ber bi qada şerê dijmin ve çûn ku vî şerî sê sal û çar meh dirêj kir. Lê sed mixabin ku siyaseta dûwelî bi tu awayî ji me re nebû destgîr. Belê di şervaniya sê salan de tenê ev danezana şevag bûn ku jê re tê gotin ”Şîkeftên Sêwiyan, Nexweşxanên Birîndar û Kuştiyan.”
- Dema em ji şikeftê derketin êdî ronahiya sibê lenger vedabû. Heya em gîhan wan deverên ku dijmin lê hebûn, bû roj. Em li riyên mezin rêwî bûn. Dema leşkerên dijmin ber bi me ve dihatin, bawer dikirin ku em leşkerên wan in heya ku em digîhan nêzîkî wan, me dor li wan digirtin. Bi vî awayî her roj şer bû. Heya ku perda şevê ser me digirt şer bû û paşê me dikarî bêna xwe û ya hespan vedidan û xwarin dixwar. Me birîndarên xwe bi wan ”Îtalya harb paketî” deman dikirin. Yên dihatin kuştin bê çare me li cî dihiştin. Di vê gera şervanî de em 13 roj man. Tenê rojek bê şer derbas bû. Bergeha em têde derbas bûn 130 km. bûn. Heya em dîsa gîhane wargeha xwe ji 50 siwarî 15 şehîd û 10 birîndar ketin. Hespên me dihatin kuştin lê dîsa me ji dijmin digirtin. Piştî em hatin wargehê, me serpêhatiyên xwe bi nivîskî spartin serdariya şoreşê…” (Hesen Hişyar, berhevoka kovara Çiya, hejmar 6.7, sal 1969)
Di dawiya sala 1928 an de, grûbên çekdar êdî nikarin xwe biparêzin û xwe ji herêmê vedikişînin. Dewlet carek din gund û navçeyên Licê û Darahênê dişewitîne. Ji ber vê yekê Licî ji van salan re dibêjin Salên Şewatê. Licî salên Şewatê dikin du beş. Sala Şewatê ya Mezin û ya Biçûk. Ji şewata sala 1925 an re Şewata Mezin û ya 1928 an re jî Şewata Biçûk dibêjin. Di Şewata Mezin de piraniya gund û navçeya Licê dişewitînin. Lê di Şewata Biçûk de, bi tenê ew gundên ku şerê gerîla li derdorê bûne û ji wan re alîkarî kirine tên şewitandin.
[biguherîne] Hejmara kesên ku hatin kuştin
Li gor belavoka Xoybûnê, li tevaya Kurdistanê herî zêde gund û xanî li herêma Licê hatine şewitandin û mirov hatine kuştin. Belavok weha ye:
gund | xanî | kuştî | ||||
Elik | 15 | 74 | ||||
Bermal | 10 | 49 | ||||
Baqîn | 150 | 848 | – | Barsam | 23 | 64 |
Comelaş | 40 | 200 | ||||
Çilkanî | 40 | 200 | ||||
Cofîn | 25 | 120 | ||||
Dêrqam | 30 | 150 | ||||
Dayla | 30 | 147 | ||||
Dizdênî | 16 | 87 | ||||
Ênkol | 15 | 75 | ||||
Fera | 30 | 150 | ||||
Fîs | 60 | 298 | ||||
Fitetîs | 52 | 260 | ||||
Fehad | 18 | 90 | ||||
Hezmaz | 40 | 198 | ||||
Herag | 50 | 250 | ||||
Hûrê | 30 | 150 | ||||
Markê | 30 | 150 | ||||
Kolî | 75 | |||||
Matmor | 15 | 15 | ||||
Milikan | 50 | 249 | ||||
Piştet | 40 | 200 | ||||
Reza | 60 | 292 | ||||
Sitî | 60 | 299 | ||||
Sirê | 50 | 249 | ||||
Şeqlat | 80 | 398 | ||||
Şelê | 120 | 585 | ||||
Tipe | 70 | 349 | ||||
Xwêlîn | 30 | 148 | ||||
tevî | 1.294 | 6.419 |
Dokumenta duyem jî dîsa ji aliyê Dr. Şêrguh Beleç ve di sala 1930î de li Qahîrê di La Question Kurde hatiye weşandin.4 Ez ojînala dokumentê weha ye:
Hejmara gund u şewitandin, xaniyên ku hatine şewitandin u kesen ku hatine kustin weha ne:
herem gund xani kusti Licê 30 1284 6.370 Darahênê 54 2197 1.357 Erdoşîn 127 125 295 Cebexçûr 11 576 350 Nisêbîn 10 440 384 Habab 21 905 902 Eliyan 197 90 1706 Mîdyad 6 450 613 Becerîn 15 548 978 Kerboran 3 72 172 Heskîf 3 138 176 Darahênê 16 643 1094 Îfnot 13 590 809 Dîyarbekir 9 138 176 tevî 206 8758 15.206
Kêmasiyên van herdu dokumentan jî gelek in. belavoka Xoybûnê gelek in. Helbet li gor îmkanên wê demê ev belavok hatiye amadekirin. Mesela navên gelek gundên Licê yên ku zêde kes lê hatine kuştin û gund bi giştî hatine şewitandin tune ne. Wek nimûne Gundê Pêçarê hatiye şewitandin û ji gund 45 kes li newala Sor hatine gulebaran û şehîd xistine. Navê Pêçarê di vê belavokê de derbas nabe. Di vê belavokê de qet navê navenda Licê jî derbas nabe. Hal bû ku çend meheleyên Licê hatine şewitandin û bi sedan kes li Licê girtine û birine li Amedê bi qerara Mehkeme ya Îstîqlalê bi dar ve kirine. Ji derî çend malbatan hema hema ji her malbatî ne yek çend kes hatine bi dar ve kirin.
Piştre hinek ji wan tên girtin. Wek Nimûne Mehmedê Reşîd tê girtin û bi salan di hefsa Dîyarbekirê de dimîne. Di wê demê dewlet Nazim Hîkmet jî sirgûnê hefsa Dîyarbekirê dike. Mihemedê Reşîd çend sal dibe hevalê Nazimê hefsê. Hesen Hişyar û çend kesên din piştî sê sal û nîvî derbasî Binxetê dibin. Yên din jî hinek ji wan şehîd dikevin û hinek jî bi salan li çiya dimînin û piştre dikevin ber efûyê.
Koma Hesen Keyayê Celkî, ji wan komên herî çalak yek bûye. Hesen Keya bi hevalên xwe ve bi qasî du-sê salî li ber xwe dide. Dewlet bi çeteyên xwe ve bi ser Hesen Keya ve diçe. Li Şela Heydan koma Hesen Keya dikeve kemîna eskeran. Di nav wan de şerekî gelek dijwar û mezin derdikeve. Bi dehan esker û çete tên kuştin. Alaya Amedê di hewariyê de tê. Di dawî de Hesen Keya û herdu lawên xwe Selîm û Bekir û hevalên wî Hesenê Înco, Hesenê Babîxî û çendên din li ser tifingên xwe di kozikên xwe de şehîd dikevin. Dengbêjên Licî li ser Hesen Keya û şerê dewleta Romê straneke çêkirine. Stran weha ye.