Akîf Yilmaz
Ji Wîkîpediya
Akîf Yilmaz (1956-1982), şoreşgerekî kurd e. Di sala 1982an de di çalakiya rojiya mirinê de ya 14'ê Tîrmehê de şehîd ket.
Akîf Yilmaz, di sala 1956'an de li gundê bajarê Ardahan Beşiktaşê ji dayik bû. Tevî ku rewşa malbata wan ya maddî ne baş bû jî, bavê wî xwest ku bixwîne. Akîf Yilmaz, berî ku PKKê nas bike jî xwediyê nêrînên çep û pêşverû bû, piştî ku têkoşîn ji bo welat tê veguhestin, di nav refan de cîhê xwe digire. Di 2'ê gulanê sala 1980'an de tê girtin û wî dişînin zîndana leşkerî ya Amedê. Piştî çalakiya Mazlum Dogan 21'ê adarê û çalakiya 4 lihingan 18'ê gulanê, di 14'ê tîrmehê sala 1982'an de di pêşengiya Mehmet Xeyrî Durmuş de rojiya mirinê tê destpêkirin û Akîf Yilmaz jî di vê çalakiya rojiya mirinê de cîh digire û di roja 63emîn ya çalakiyê de roja 15'ê îlonê sala 1982'an de jiyana xwe ji dest dide. Ew bi şewq û xwestek hemû erkên jê re dihate dayîn hembêz dikir.