Derûnînasiya kûr
Ji Wîkîpediya
Derûnînasiya kûr, di destpêka sedsala 20emîn de hat rojevê. Zanîstan dîtin ku mirov nikare bi hêsanî û metodên laşî psîkologiya mirovan şîrove bike. Psîkologiya mirovan xwedî taybetiyeke mezin e û xwedî mekanîzmayeka pirr tevlîhev û kompleks e.
Sigmund Freud wekî bavê derûnînasiya kûr tê zanîn. Wî cîhana derûniya mirov raxistiya ber çavan, metodên têgihîştinê afirandiye û tasnîf kiriye. Tasnîfkirina îd, ego, superego, pêşxistina metoda psîkoanalîzê hwd riya derûnînasiya kûr vekir. Bêî derûnînasiya kûr psîkoterapî nabe.