Derûnînasiya komî
Ji Wîkîpediya
Psîkologiya komî, grûbî an jî sosyal wekî ji navê tê fêhmkirin bi civak û pirsgirêkên civakê re bilî dibe. Psîkologî dinya hundirîn ya mirov analîz dike, nas dike û destkeftiyên xwe di nava civakê de diceribîne. Psîkologiya komî an sosyal ji sosyologiyê cûdatir e. Sosyologî prînsîp û normên jiyana civakê analîz dike, psîkologiya komî jî bandora van prînsîp û norman li cîhana hundurîn an mirov analîz dike.
Psîkologiya komî ji ber pêwîstiyên mirovahiyê derketiye. Şer, întegrasyon, cûdatiya di navbera komên civakê, nîjadperestî, xizanî, nakokiyên di navbera çandan de, pirsgirêkên jin û ciwanan, alkol, pirsgirêkên li kargehê hwd. Bi giranî li DYE xebatên psîkologiya komî hatine kirin. Lewra behaviorizm (tevgernasî) wekî dibistaneke psîkologiyê li DYE pêşketiye.
[biguherîne] Ên li ser psîkologiya komî - psîkologiya sosyal xebat kirine
- Wilhelm Wundt
- William McDaugal
- Kurt Lewin
- Theodor Adorno
- Solomon Asch
- Leon Festinger
- Fritz Heider
- Carl Hovland
- Sigmund Freud
- Muzafer Sherif
- Stanley Milgram
- Elliot Aronson
- Erich Fromm