Dilgeş
Ji Wîkîpediya
Dilgeş hunermendekî kurd e.
Hozan Dilgeş di sala 1952 de li Bajarê Merdînê hatiye ru dinê. Kaseta xwe a yekemîn di sala 1978 de çêkir.
Di vê kaseta xweda rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: "ma qey bindestî para meye." Kaseta xwe a duwemîn di sala 1979 de derdixe. Di vê Kaseta xwe de banga şer li dijî bindestîyê dike û dibêje “here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.” Kaseta xwe a sisyan di sala 1980 de çêdike û di virde bala Gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje:“xum xum xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.”
Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981 de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we pîroz be.”Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li dijî Kapîtalîzmê dinirxîne û di kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran dike: “Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.” Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora xwe dide ser hunera Dilgeş jî . Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan û heştan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna şehîdan tîne ziman.
Li Merdînê li Bagokê Xwîn herîkê wekê cokê şer devam kir şev û rokê bijî şerê me li Bagokê.
Her wuha hozan Dilgeş di helbestên xwe da bala Gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê kurd tide dömeşe û li ser seokê Netewî wuha dibêje: “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî.” Di vê Kaseta xweyî nuh de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. Em dêbêjin her bijî Hozan Dilgeş em hevîdarin û em dizanên Dilgeş bi helbestên xwe û bi xebata xwe dilê Gelê me da cîh girtiye.