Etiyopya
Ji Wîkîpediya
Komara Federal a Demokratîk a Etiyopya an jî Habeşîstan, (Ityopp'ya Federalawi Demokrasiyawi Ripeblik), welatekî rojhilatê Efrîqayê ye. Cîranên Etiyopyayê; Sûdan, Erître, Cîbûtî, Somalî, Kenya û Ûganda ne. Erître berê perçeyek ji Etiyopyayê bû lê belê piştî referandûma 1993'an ji Etiyopyayê veqetiya û bû welatek serbixwe.
Etiyopya yek ji welatên herî kevn ên serbixwe ye. ji xeynî dagirkeriya Îtalyayê ya di navbera salên 1936-1941 de, di dîroka xwe de ticarî nebûye welatekî bindest. Ji du hezar salî zêdetir e ku serbixwe ye. Bilalê Habeşî yê ku yek ji misilmanên yekemîn e û navê wî di dîroka Îslamiyetê de derbas dibe, ji vî welatî ye.
Zimanê fermî: Amharîk
Paytext: Addis-Abeba
Rûber: 1 127 127 km²
Nifûs : 74 777 981
Serxwebûn: ?
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».