Giraniya atomê
Ji Wîkîpediya
Giraniya atomê (ya jî giraniya gerdîlê) (Îngîlîzî, atomic mass), ji bo giranîya atomê Elementa di Kîmya de tê bikaranin. Giranîya atomê relatîv(relative atomic mass ) ji bo atomê xweza de li izotopekê pirtir hênê tê bikaranîn, gorî rêjê hebûna wan tê hejmmartin.
Îroj giraniya atomê gorî ber hev dane giranîya karbon-12 tê hejmartin. Giranîya 6.021023, ango molak û Hêjmara Avogadro tê gotin, atomên C-12 12 gram e. Giranîya atomên din jî gorî C-12 tê hejmartin. Molak pêze, bi gelemperî, qasa giranîya atomê lê pêk hatî dihêwirinî ye. Wekok giranîya atomê hesin 55.847 û molak atomê hesin jî 55.847 gram dibe.
Li ser Giraniya atomê herî pêş de John Dalton xebitî û di 1805an de giranîya atomên Hidrojenê 1 hel girt. Li paş wî re Jean Stas di 1865an de giranîya atomê Oksijen-16 ê 16 hel girt. Ji bo Oksijen du Îzotopan xweya din bi O-17 û O-18 heye ew sedema du hejmertinê ciyawazî di bû. Di 1961an de International Union of Pure and Applied Chemistry (IUPAC)(Yekitîya navnetewîya kîmya bingehî û nerîtî) C-12 ji bo Giraniya atomê hel girt. Gorî wan her sê hejmartinan giranîya Oksijen, Karbon û Hidrojen wiha dibe;
hel girtina H = 1 | hel girtina O = 16 | hel girtina 12C = 12 | |
---|---|---|---|
Hidrojen | 1,000 | 1,008 | 1,008 |
Oksijen | 15,872 | 16,000 | 15,999 |
Karbon | 11,916 | 12,011 | 12,011 |