Gola Mead
Ji Wîkîpediya
Gola Mead, Lake Mead yek ji bendavgolên (golên çêkirî, bendav, baraj) li DYAyê ye.
Bendav di sala 1936'ê li ser Çemê Colorado River hatiye çêkirin. Nêzîkî 50 km li başûrê rojhilatê Las Vegasê dikeve û di tixûbê Arizona - Nevada de ye.
Rûbera wê: 640 km², kûraniya wê digihîje 180 m. Gol wekî parka neteweyî tê parastin û gelek tûrîst dikişîne.