Hezro
Ji Wîkîpediya
Hezro (tr. Hazro) yek ji navçeyên Amedê ye. Rûber 419km², bilindahî ji rûyê avê 1.030m ye. 24 gund girêdayî navçeyê ne. Gelek mezre hene, lê dewleta Tirk wan li ser gundan dihesibîne. Wekî Pasûr (Qulp) statîstîkên dewletê yên ji bo Hezro bi dizî tên girtin, bawerî pê nabe. Gorî dewletê nifûsa navçeyê bi giştî 23.931 e. Di sala 1943 ´î de bûye şaredarî, sala 1954´î de bûye navçe û bi Amedê ve hatiye girêdan. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li axa navçeyê madenên binerdî gelek in. Fîrmayên dewletê kukurt, hesin û petrol dertîne. Mixabin gel xizan e.
[biguherîne] Çend Gundén Hezro
[biguherîne] Wargehên tûrîstîk yên navçeyê
- Kela Tercilê (ji Medan)
- Kela Mêranî (tr. Mihrani Kalesi)
- Kela Aryenderê (tr. Ayindir Kalesi)
- Mizgefta Hezro (tr. Ulu Cami)