İlyas Salman
Ji Wîkîpediya
İlyas Salman (* 1954) yek ji aktorên kînoyê yên navdar ên Tirkiyê ye.
Salman li Erxevan a Meletîyê jidayîkbûye û Kurd e. Zewicî ye û xwedî 2 zarokan e. Di şanoyê de dest bi jiyana aktoriyê kiriye. Niha jî him di şanoyan de, him jî di fîlman de rol digire. Herwekî Salman derhênerî jî kiriye.
Salman wekî hobî bi mûzîkê re jî bilî dibe. Albûmên ku derxistiye elaqeyeke mezin wergirtiye. Salman helbestan jî dinivîsîne û dixwîne.
Ji ber ku xwedî nêrînên aştîxwaz û çepgîr e, ji aliyê dewleta Tirk ve rastî gelek astengî û pêkutiyan tê. Li dijî wî ambargoyeke bêdeng tê meşandin. Salman di hin hevpeyvînên xwe yên di TV de balkişandiye ser pirsgîrêka herî mezin a Tirkiyê ya Kurdistanê. Ew bûn sedem ku kampanyayeke nîjadperestî li dijî wî were darxistin.
[biguherîne] Fîlmên Salman
- Güneşte Karanlığa Düşer - Roj jî dikeve tariyê (2003)
- Sen Hiç Güneşte Üşüdün mü? - Tu li ber tavê cemîdiye? (2003)
- Tek Ayaklı Kuşlar - Çivîkên yekling (1995)
- Karımı Aldatamam - Jina xwe nanizmînim (1995)
- Rambo Ramiz - Rambo Ramîz (1995)
- Antika Kabadayı - Mêroyê sosret (1995)
- Naylon Karı - Naylonejin (1995)
- Yoksa Yaşlandım mı? - Aya temendirêj bûm? (1994)
- Talihsiz Bilo - Bîloyê bêşans (1994)
- Sarhoş - Serxweş (1994)
- Yaşanan Dünya - Cîhana jiyînê (1990)
- Zavallı - Hêsîr (1990)
- Afacan - Tolaz (1989)
- Kınalı Hanzo - Hanzoyê henekirî (1989)
- Keklik Ali - Kew Elî (1988)
- Fikrimin İnce Gülü - Sari Mercedes - Gula nazîk a ramana min (Mercedesa Zer) (1987)
- Aşk Peşinde - Li pey evînê (1987)
- Ben Milyarder Değilim - Ez ne milyarder im (1986)
- Sen Neymişsin Be Abi - Wey tu çi ji teve yî kekê (1986)
- Ava Giden Avlanır - Nêçîrxwaz bû nêçîr (1986)
- Karaman`ın Koyunu - Mihên Karamanê (1986)
- Ya Ya Ya Şa Şa Şa - Her her bijî (1985)
- Uyanıklar Dünyası - Cîhana çavxîzan (1985)
- Fakir Milyoner - Milyonerê xizan (1985)
- Para Babası - Bavê pere (1985)
- Deliye Hergün Bayram - Ji dînan re her roj cejn e (1985)
- Köfteci Holding - Holdînga Kiftekaran (1985)
- Ekmek Elden Su Gölden - Nan ji êlê av ji golê (1985)
- Sarı Öküz Parası - Diravê gayê çûr (1985)
- Kızlar Sınıfı - Pola keçikan (1984)
- Şekerpare - Şekirpare (1983)
- Aptal Kahraman - Lehengê kêmhiş (1983)
- Şaşkın Ördek - Werdega matmayî (1983)
- Dolap Beygiri - Bargirîya dolavan (1982)
- Çiçek Abbas - Çîcek Abbas (1982)
- Hababam Sınıfı Güle Güle - Pola Hababam oxir be (1981)
- Çirkinler de Sever - Nerindok jî dikarin hezbikin (1980)
- İbişo - Îbîşo (1980)
- Banker Bilo - Banker Bîlo (1980)
- Beş Parasız Adam - Zilamê cêvqul (1980)
- Yedi Kocalı Hürmüz - Hürmüza heftmêrî (1980) (Rêzefîlma TVê)
- Talihli Amele - Karkerê bişens (1980)
- Erkek Güzeli Sefil Bilo - Rindê mêran Sefîl Bîlo (1979)
- Hababam Sınıfı Dokuz Doğuruyor - Pola Hababam neh dizê (1978)
- Sultan - Siltan (1978)
- Kibar Feyzo - Kubar Feyzo (1978)
- Baskın - Dorpêçî (1977)
- Çöpçüler Kralı - Keyê verêjkaran (1977)
[biguherîne] Albûmên Salman
- Yaram Sızlar - Birîna min jandide
- Söze Güneş Doğdu - Roj li peyvê derket
- Türkülerimiz Var Söylenecek - Stranên me yên bên gotin hene
- Aramayın beni başka yerde - Min li cihekê din negerin
- Dağların Ardı Nazlıdır - Paş çiyayan nazenîn in
- Doğdukları Yerde Doymayanlar - Kesên li cihê bûyînê têrnabin
- İnadına Türküler - Stranên serhişk