IMF
Ji Wîkîpediya
FND Fona Navneteweyî ya Dirav (bi Îngilîzî: IMF, Internationale Monetary Fund) saziyeke taybet a NY (Neteweyên Yekbûyî), ji bo pêşxistina aboriya dinyayê ye.
FND di 22'ê tîrmehê 1944'î de hatiye damezrandin. FND li têkiliyên navneteweyî yên derbarê debarê digere. Ji aliyê dirav û teknîkê ve alîkariya welatan dike. Deyn dide, pêşengiya avakirinên aboriyê dike, riyên bûrokrasiyê yên tevlîhev hêsan dike hwd.
Hin kes di wê baweriyê de ne ku, FND tenê piştgiriya polîtîkayên welatên dewlemend ên ku di komîteya ewlekariyê ya NY´de cihdigirin dike. Dîsa ew kesan bawer dikin ku FND li welatên dinya III. û paşdemayî li sazûmaniyên di bin siya G-8 de ne digere.
Heya niha 184 welatên endam ên fonê hene. Ew gorî sermayeya xwe di wir de xwedî deng in. Sermayeya herî mezin jî ya DYA ye (17,08 %).
[biguherîne] Organên FNDyê
- Komîta gerînendeyan
- Komîteya têkildariya dirav û krediyan a navneteweyî
- Dîrektoryûma Exekûtîv
- Têkildariya pêşxistinên hundirîn
Malpera fermî ya FNDê: http://www.imf.org