Kareva
Ji Wîkîpediya
Kareva (bi Yewnanî ήλεκτρον, bi Inglîzî electron) navekê giştî ji bo komeka diyarok û bûyeran e ko girêdayî hebûn an rewanbûna sirêmeka (ceryaneka, flow) barê karevayî ne. Kareva û Asinrevayî du karlêkkirênên bingehîn anko fundamental interactionan pêkdiînin. Hindek diyarokên berniyasên wekî birûsîyê grêdayî karevê in.
[biguherîne] Çemkên girêdayî karevê
- Şiyana Karevayî anko Potansiyela Karevayî
- Sirêma Karevayî (bi Inglîzî: electrical current)
- Qada Karevayî (bi Inglîzî: electrical field)
- Ênerjîya Karevayî (bi Inglîzî: electrical energy)
- Hêza Karevayî (bi Inglîzî: electrical power)
- Barê Karevayî (bi Inglîzî: electrical charge)
[biguherîne] Dîroka Vedîtinê
Partiyan û Yewnanîyên Kevin kareva dinyasî. Wan dizanî ko eger tiştekê wekî karevê li hirîyê anko xurîyê bixişînin ew parşeyê karevê hûrkên giyayî û kayê bi xwe ra radikêsşit. Navê Kurdî yê Kareva jî ji wê hatîye.