Komploya navnetewî li hemberê Abdullah Ocalan
Ji Wîkîpediya
Wekî komploya navnetewî nav kurdan komploya hemberê serokê PKK'ê Abdullah Ocalan tê nasin. Bi encamê vê komployê di 9 kewçera 1998'an de ji Sûriyê çû û di roja 15'ê reşemiya 1999 de li Naîrobî teslîmê MÎT`a Tirk hate kirin.
Gelê kurd jî ev roj wekî "Rojeke Reş" bi nav kir û her sal di salvegera komployê de, derdikevin qadan û bi çalakiyên cur be cur komploya navnetewî şermezar dikin û bi siloganan jî azadiya Ocalan dixwazin.
[biguherîne] Komplo çawa dest pê kir û çawa pêş ket?
Komploya navnetewî di meha Îlona sala 1998`an de dest pê kir û bi li Tirkiyê dîl-ketina Ocalan re bi encam bû.
Fermandarê Hêzên Bêjayî Orgeneral Atîlla Ateş di 16ê Îlona sala 1998`an de li Hatayê axivî, nerazîbûna xwe ya li dijî Ocalan anî zimên û got:
- "Li hemberî Suriye êdî sebra me nema. Eger Suriye bersîva ku Tirkiye li bendêne nede , emê bi her awayî tedbîran bigirin."
Piştî vê daxuyaniyê Desteya Ewlekariya Mîllî di civîna xwe ya asayî ya meha Îlonê de bi rengekî hin eşkere gef li Suriye xwar. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û hat destnîşankirin ku eger Ocalan dertîxûb nekin, ewê bi awayekî leşkerî mudaxeleyî Suriye bikin. Piştî vê daxuyaniyê, li ser sînorên Tirkiye-Suriye tevgera leşkerî dest pê kir, di demeke kin de di dîplomasiya Îsraîl, Emerîka û alîgirên wan jî xwe dan der û eşkere bû ku wê operasyon dest pê bike.
Arteşa Tirkiye ji aliyekî leşker û cebilxane li ser sînoran bi cih dikir û ji aliyê din ve jî muttefîkên NATOyê keştiyên şer şandin Derya Spî. Hedef Suriye û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Di rewşeke wiha de Ocalan nexwest ku li herêmê şerek rû bide û weke tedbîr biryar da ku ji Suriye derbikeve. Bi vê yekê re pêvajoya zor û zexmet, di 9ê Cotmeha sala 1998an de dest pê kir.
Ocalan piştî ji Suriye derket, bi rêze li Yewnanîstan, Rusya û Îtalyayê ma. Lê belê welatên mijara gotinê, ji ber zexta Emerîka, Îngilîstan û Îsraîlê destûra mayinê nedan Ocalan. Lêgerîna Ocalan ya ji bo bi cih bûna li welatekî di 15 Sibata sala 1999an de li Kenyayê bi dawî bû.
Her çend Tirkiye, dîl-ketina Ocalan weke serketina xwe nîşan bide jî, rengê komployê û bûyerên rû dane, bi awayekî eşkere nîşan didan ku komplo bi rengekî navnetewî hatiye meşandin. Ev yek Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bulent Ecevît bi daxuyaniyek îtîraf kir û got:
- "Amerîka Ocalan teslîmê Tirkiyê kiriye".
Piştî bûyera revandinê bi 9 mehan, Ocalan bi rêya parêzerên xwe, di derbarê hêzên ku di operasyonê de cîh girtin, eşkere kir û got :
- "Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat meşandin."
Piştî ji Suriye derketim, însiyatîf ket destê NATOyê û ya rast, çûna Yewnanîstanê jî di bin kontrola hêzên NATOyê de pêk hat.
Kesên leşkerî û sîvîl ên muxatabê vê bûyerê bûn, endamên NATOyê bûn."
Li gorî Ocalan, agahiya Tirkiyê ji vê pêvajoyê hebû.
Ocalan piştî hat revandin, xetereyên rewşa şîddetê ya muhtemel jî rave kir û bi vê yekê komploya ku bi armanca şerekî li herêmê hatibû meşandin, pûç kir.
Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girava Îmraliyê di bin tecrîtekî dijwar de hat girtin û hê jî di bin terîdek dijwar de ye. Herwiha heta niha tiştên ku Ocalan derbarê komployê de anî ziman hemû rast derketin.
Di nava sala derbasbuyî de, berdevkekî Wezereta Karên Derve yê Îsraîlê û rayedarên Yewnanîstanê rola xwe ya di komployê de îtîraf kirin.
Di sala 2005'an de Bulent Ecevît ku di dema komploya navnetewî de Serokwezîrê Tirkiyê bû, bi daxuyaniyek diyar kir ku, Amerîka Ocalan teslîmê wan kiriye. Ecevît dazanîn ku, bê alîkariya Amerîkayê bi destxistina Ocalan ne mumkun bû.
Bi komploya 15`ê Sibatê hat xwestin Ocalan ji tevgera kurd were veqetandin û tevgera azadiya modern jî were tasfiyekirin. Lê belê Ocalan wekî mezinkirina tevgera azadiyê, bi tedbîrên fireh, pêşiya tasfiyekirinê girt û tevgera azadiyê mezintir û firehtir kir
Binihêre: