Kongira Erziromê
Ji Wîkîpediya
Piştî ku dewleta Osmaniyan di cenga cîhanê ya yekemin de bindest derket, dewletên hevgirtî di serê sala 1919´an de kongra sulh û asitiyê li bajarê Parîsê amede kirin û biryara serxwebûna gelên ku di bin Osmaniyan de ne girtin.
Li hember vê biryarê Tirk liviyan, dest bi xapandinan kirin. Mustafa Kemal cû bajarê Erziromê, sêx, axa û serokên Kurda civandin û li wir kongrek li dar xist, vê mesajê da wan:
- "Gelê Kurdan! Em birayên hevin, dînê me yeke, kafir dixwazin me bixin bin desê xwe, me teslîmî Ermeniyan bikin, dîn ji dest dice. Welat ji dest dice, namus ji dest dice, ez soza namus û serefê didim we ku em bi hevre li hember wan derkevin, wan ji welat durxin, amê weke bira rûnên hemû mafên Kurdan bidinê".
Bi vê axaftina xwe ya minafiqane ew hemû qani kirin, ew xapandin, xistin alîye xwe, bi vî awayî azadiya Kurdistanê pelisandin.