Mêjî
Ji Wîkîpediya
Mêjî anko mêşik, endamek ji laşê lawiran e ko dikevit nav kilox an kasa serî û kontrola koendama demarên navendî dikit. Mêjî endamê şirocekirina hestan û bersivandina li goreyê wan e.
Mejî navenda kontrolkirina koendama demarên navendî di lawiran da ye. Mejî di mirovan da endamê hizirînê ye û bi kiloxî dihêt arastin. Di piraniya lawiran da mejî nêzî endamên hestyarên serekî ji bo estên mîna bînahî, bîstahî, bêhnahî, hevsengî û çêşahîyê ye. Herçend e ko piraniya movikdaran mejî heye, nemovikdaran gelek caran tenê gilolik anko girêyeka demaran heye. Hindek ji lawirên gelek despêkanî mîna îsfenciyan hema her mejî nîne.
Mêjî yê lawirên bêmovik (mîna kêzikan) dikarit gelek sade bit û tenê çend demarek bin. Lê di mirovan da, zêdetir ji 100 milyon demaran di mêjî da hene.
Mêjî, beşeke sîstema birikan e.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».
Organên mirovan | ![]() |
Sîstema gera xwînê - Sîstema hezmê - Sîstema hormonan - Sîstema parastinê - Organên sehkirinê - Sîstema lenfa - Sîstema livînê - Sîstema birikan - Organên cinsiyetî - Sîstema bêhngirtinê - Sîstema mîzê |