Mongolê Mezin
Ji Wîkîpediya
Mongolê (Moxolê) Mezin (Farsî: شاهان مغول Schāhāne Mughul, Ûrdû: مغل باد شاہ Mughal Bādschāh, Gurkāni - farsî: گوركانى - ji peyva Mongolî kürügän, "lawên damariyê", kesên ji zewaca zarokên Tîmûrleng (Tamerlan, Tîmûr) bi malbata Cengîz Xan re tên) yek ji împaratoriyek berên Mongolî li Hindistanê ye.
Di nava salên 1526 - 1857´î de berdewamkiriye. Mirov dikare bêje ev împaratorî ji Tirk-Mongol (an Tirk-Moxol), Fars û berên Hindistanê pêk tê. Li Hindistanê, Tacikistan, Efxanistan û Ûzbekistanê desthilatdariya vê împaratoriyê çêbûye.
Ji aliyê Babur ve hatiye damezrandin. Ji serhildanên herêmê, êrîşa keyê Farsî Nadir Şah a di sala 1740´î de û bi hatina Brîtanîyan bo herêmê ev împaratorî têk çûye.
[biguherîne] Keyên navdar ên Mongolê (Moxolê) Mezin
- Babur (an Babûr) 1526-1530
- Humayun 1530-1540, 1555-1556
- Akbar (Ekberê Mezin) 1556-1605
- Jahangir (Cîhangîr) 1605-1627
- Shah Jahan (Cîhan Şah) 1628-1658 († 1666)
- Aurangzeb 1658-1707
- Bahadur 1707-1712