Navdêr
Ji Wîkîpediya
Navdêr tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike û ji cureyên din cude dike û ew bi navê xwe nêvnas dibe.
Navdêr di nav xwe de dibin du par: hevenav û serenav.
Hevenav: hevenav navdêrên gelempr in, ango ji yekî bêtir tişt, lawir, an kesan bi nav dike.
- Çiya, gloik, pirtûk, xanî, karmend, kevir…
Serenav: serenav navdêrên taybet in, ango bi tenê tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike.
[biguherîne] Raweyên navdêran
Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin sê par: 1. navdêrên xwerû (sade): di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in, û ti tîp an pirtik bi ser bêjeyê ve nebûne.
- Wek: mal, defter, rê, dê, pê, ker, kevir…
2. navdêrên darijtî (pêkhatî,xurdezad): ew ji navdêrê xwerû û paşpirtikekê pêk tên, û bêjeyekê bi wateyeka nû çêdike ango navdêreka nû ku tiştek an heybreka nû bi navdike.
- Wek: gavan, şivan, rêvan, karker,nûser,girtî, gundî…
3. navdêrên hevbend (hevedudanî): ev nav ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreka nû û bi wateyeka têvel pêk tîne. Helbet yek ji bêjeyan navdêreka xwerû ye, û dibe ku ew ya dî dîsa navdêreka xwerû be, an rengdêr, hoker, daçek, bernav an rayê lêkerê be.
- Wek:cegerxwîn, serhildan, keskesor,xwînmij…
Renge ku navdêra hevbend ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe.
- Wek: berxwedan,
Renge ku navdêra hevbend ji navdêreka darijtî û bêjeyeka dî pêk were.
- Wek: nêçîrvanî, rewşenbîrî,serokomar, girtîgeh