Nixte
Ji Wîkîpediya
Di seqazanistî da, nixte ji hemî coreyên peytbûn anko xestbûna hilma av a baspehirê ko bibit sedema barîna wê hilmê bi ser erdî ra dihêt gotin. Nixte hingî rû didit ko baspehir bi hilma avê têr dibit û ew hilm peyt anko xest dibit û bi ser erdî dibarit. Nixteyê gelek şikil anko form hene: baran, befir anko berf, şlove anko têkhileka baran û befirê, terig anko gijlok, xûsar û xunav. Nixte qonaxeka girin ji gera avê ye û serûkaniya piranî ya ava ser rûyê erdî ji nixteyê ye. Her sal zêdetir ji 505,000 kîlometirên sêca (km³) nixte dibarit, 398,000 km³ ji wê li ser okyanîsan dibarin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Coreyên nixteyî
Sê coreyên serekî yên nixteyî hene:
- Nixteyên şil:
-
- xunav
- Nixteyên dibênin anko diqerisin:
-
- xûsar
-
- qerisbaran
-
- şlove
- Nixteyên bestî anko qerisî:
-
- terig anko gijlok
[biguherîne] Çawayî ya çêbûna nixteyî
[biguherîne] Peytbûn (xestbûn)
Dema bayê gerim û ter ber bi jor hildiçit hilma avê peyt dibit. Bi vî awayî ewir peyda dibin û eger peytbûn berdewam bikit, peşikên avê mezintir dibin û nixte dibarit.
[biguherîne] Hevgirtin
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».