Oklahoma City
Ji Wîkîpediya
Oklahoma City paytextê federedewleta DYAyê Oklahoma ye. Bajar di parêzgeha Oklahomayê de ye.
Hejmara niştecihên bajêr 528.042 (2004) e û 29. bajarê mezin ê DYAyê ye. Bi tevî devedora xwe nifûsa wê ji 1 milyonî zêdetir e.
Bajar bi bûyera terorîstî ya di Avrêla 1995'î ya li dijî palasa hikûmetê pêkhatibû navdar bû. Di vê bûyerê de gelek kesên bêguneh jiyana xwe jidestdan.
Di 4'ê berfanbarê 1928'î de li herêmê petrol tê dîtin û ev yeka han çarenûsa bajêr guhertiye. Bajêr bi tevî devedora xwe 1,608.8 km² fireh e. Axa herêmê 396 m ji deryayê bilindtir e.