Roma
Ji Wîkîpediya
Roma yan Rom navê paytexta Îtalya ye. Herwekî ji Împaratoriya Roma yan Rom re jî bi kurtî Roma yan Rom tê gotin. Dîsa Kurd ji Tirkan re Rom dibêjin.
Bajarê Roma yê ku paytextê Îtalî ye, li navenda welêt dikeve. Ji rûyê avê 37 m bilind e. Bi tevî devedorê xwe hejmara niştecihên bajêr nêzîkî 3.5 Milyon e. Rûbera parêzgeha Roma 1.285,306 km² ye. Bajar b.z. 753´î de, di dema keyê Împaratoriya Rom Romûlûs de hatiye avabûn û navê xwe ji wî digire. Ji sala 1871´î heya niha paytextê Îtalî ye.
Roma xwedî arkîtektiyeke bêhempa ye. Navenda bajêr Petersdom û wargeha Watîkan ji aliyê UNESCO ve tê parastin.