Serhildana Koçgiriyê
Ji Wîkîpediya
Serhildana Koçgiriyê yekem serhildana li hemberî hukumeta Enqerê ye û di Tîrmeha 1920an de li Koçgiriyê rû da. Berî serhildanê xebatên amadekirinê ji aliyê Elîşêr ê Dêrsîmî û Baytar Nuriyê Dêrsîmî ve hate meşandin. Di Tîrmeha 1920an de hin yekîneyên di bin fermana reîs-eşîrê bi navê Misto, avêtin ser qereqola Çulfa Alî ya Zarayê.
Piştî vê serdegirtinê navbêra Sêwaz-Erzîngan û Kangal-Zara û derdora wê kete bin hukmê yekîneyên Kurdan. Reîs-eşîrê Şedanê Paso, Refahiyê dagir kir û bi fîîlî dest danî ser rêvebiriyê û li avahiya hukumetê ala Kurdî hildan.
Hukumeta Enqerê jî di Cotmeha 1920an de, bi armanca astengkirina pêşkeftina serhildanê heyetên Nasîhatê şand vê derê. Di 15 Mijdarê de li Xozatê di serokatiya Elîşan de civîneke hate li darxistin û danezaneke dan hukumetê. Enqere jî destpêkir li Sêwazê leşkerên xwe komkirin. Di vê navbêrê de serhildana Koçgiriyê belav bû: Dêrsîm, xwe amade dikir ku di buhara 1921ê de serxwebûna xwe îlan bike. Enqereyê, pêwendiya Dêrsîmê bi derdora wê re qût kir û ji vê derê hinek kesan vexwend Meclîsê û xwest bi vî awayî tevgerê bi sînor bike. Lê ev rêbazên han encam nedan û di encamê de di adara 1921ê de yekîneyên artêşa Tirk tevgereke leşkerî dane destpêkirin. Her wiha 3 fermandarên serhildêr ên Kurd yê Serhildana Serokê eşîreta Ginyanî Murat Paşa bi fenan hatin girtin. Lewma di 24 Nîsana 1921ê de yekîneyên Serhildana Koçgiriyê ji hev feşkilîn. Artêşê, heta nava Koçgiriyê ve çû û serhildanê bi awayekî bi xwîn temirand û Serokê Serhildanê hate girtin. Di vê navbêrê de serhildana Koçgiriyê, bi taytbetmendiyên xwe yên milletparêz bandora serokeşîran derbas kiribû û wisa derbasî dîrokê. Di 28`ê nîsana sala 1937an de yek ji serokên Serhildana Dêrsîmê Elîşêr û Zarîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin.