New Immissions/Updates:
boundless - educate - edutalab - empatico - es-ebooks - es16 - fr16 - fsfiles - hesperian - solidaria - wikipediaforschools
- wikipediaforschoolses - wikipediaforschoolsfr - wikipediaforschoolspt - worldmap -

See also: Liber Liber - Libro Parlato - Liber Musica  - Manuzio -  Liber Liber ISO Files - Alphabetical Order - Multivolume ZIP Complete Archive - PDF Files - OGG Music Files -

PROJECT GUTENBERG HTML: Volume I - Volume II - Volume III - Volume IV - Volume V - Volume VI - Volume VII - Volume VIII - Volume IX

Ascolta ""Volevo solo fare un audiolibro"" su Spreaker.
CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Simkoyê Şikak - Wîkîpediya

Simkoyê Şikak

Ji Wîkîpediya

Simko
Simko

Simkoyê Şikak (1887 Kela Çarîyê- 30.06.1930 bajarê Şino) şoreşgerekî kurd bû.

[biguherîne] Girêdanên derve


Simkoyê Şikak ‎ (1887 Kela Çarîyê- 30.06.1930 bajarê Şino) ‎ ‎ ‎ Heya niha li ser kesayetî, nirx û eymetên Kurdan yên dîrokî, dagirkerên ‎Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe yên siyasî, civakî û aborî çi tiştê ku ‎xwestine, nivîsandine. Ji ber ku xwedîyên hemû îmkanên maddî jî bûne, ew ‎nivîsên xwe li her derê belav kirine. Wan bi dilgemarîyên xwe yên şovînîstî, ‎hemû pirensîbên exlaxî binpê kirine û xwestine ku rûpelên dîroka serhildan û ‎şoreşên Kurdan, berevajî rastîyên wan bi nifşên piştî xwe bidin nasandin. Di vê ‎navê de dîroknivîsên ku hertim di xizmeta sîstema serdest de bûne, serok û ‎qehremanên Kurd weke xayîn, talankar, diz û sîxor binav kirine. Di berhemên ‎wan de Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazî Mihemed, Simkoyê Şikak, Seyîd Rizayê ‎Dêrsimê, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku ‎bingeha siyasîya xebata Kurdan darijandine, xayîn û xûlamên hêz û dewletên ‎biyanî tên hesibandin. ‎ Mixabin zêdetir ji dîroknivîs û lêkolînvanên Kurd, nivîskarên nifşparêz ku ‎pênûsa wan hertim di xizmeta desthilatdar(hakim) û dewletên navendî de bûye ‎û li gor nirxê rojê nan xwarine, li ser dîrok û jiyana kesayetiyên Kurd ‎nivîsandine. Bi awayekî ku armanca wan ya herî mezin bê bingeh nîşandayîna ‎şoreşên Kurdan yên azadîxwaziyê û serxwebûna Kurdistanê bûye. ‎ Îsmaîl Axayê Şikak yê ku piranî bi navê (Simko an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎Kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêberaye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebatek berçave. Girîngîya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan domkir, di vê rastiyê de ye ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekemîn nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta ‎navendiya Îranê rizgarkir û mîna desthilatdarekî Kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎dimeşand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eşîretên Kurdan li dora ‎hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê axatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû. ‎ Di vir de ezê tenê bi awayekî kurt li ser çend xalên girîng yên nasandina ‎malbat, kesayetî û şoreşa Simkoyê Şikak bisekinm: ‎ ‎1. Şecerename û Nasnameya êla Şikak ‎ ‎

Kela Simaîl Xanê Mezin( bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li ‎nêzê çemê Baranduzê li herêma Urmiyê. Kela wek şûnewarekû dîrokî di nava ‎Kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin Şikak di Rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîreta Kelhûr(li herêma Kirmaşan), ‎mezintirîn eşîreta vê para axa Kurdistanê ne ku di çaxê desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewîyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv yê siyasî bûne. ‎ Piştî ku Mihemed Xanê Qacar(damezrînerê silsileya Qacarîyan) bi ji navbirina ‎desthilatdariya Zendîyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, ‎fermandarê Kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar ‎zor û sitemkariya xwe gehand radeykê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê ‎Şikak jî ket liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî ‎hêzeke zêdetir ji 10,000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye ‎tawanbar kirin ku di sala 1797ê zayînî de li bajarê Şoş di nava xîveta xwe de tê ‎kuştin(1). Sadiq Xanê Şikak yekemîn kese ku navê wî di serûkanîyên dîrokî de ‎weke fermandarekî Kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malba ‎Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî ‎navekî xuyakirî ne. Ji wan kesayetîyan Îsmaîl Xanê Mezin, Cazê (jina Îsmaîl ‎xanê mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer ‎Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îranîyan ve ‎hatine kuştin. ‎ Êla Şikak ji du tîreyên (Kardarî û E´bduyî) pêk tê. Tîreya Kardaî ji deh şaxên ‎‎(Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan(Delanî an jî Delî), Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, ‎Gewirik û Xelûfan) pêk tê. ‎ Tîreya E´bduyî jî ji van şaxên jêre pêk tê: ‎ Kizinî, Keçelî, Pisaxa(malbata Simkoyê Şikak), Etmanî, çerkoyî, Mendolekî, ‎Neimetî, Êverî û Şekerî. ‎ Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya (Pisaxa)yan de bûne ku di çaxê ‎serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona ‎eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Herkî, Ertûşî, Dirî û ... hat ‎çêkirin. ‎ Mîna ku mezin û rihspîyên e´şîreta Şikak didin diyar kirin, esilê wan ji Cizîra ‎Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe ‎re ji wir ber bi hêrêma Urmiyê û Soma Biradost koç kirine. Min sala 1993´an ‎hevpeyvînek bi apê Evdî re çêkir. Ew şervanekî çaxê şoreşa Îsmaîl Xan bû ku ‎heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû. Apê Evdî li ser koka malbata ‎Simaîl Xanê Şikak wiha dibêje: ‎ ‎“ Ebdula beg(Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. ‎Kurekî Evdu begê yê bi navê Îbrahîm Axayê çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî ‎re kurek çêbû ku jêre Simail Axayê Mezin digotin. Yanî bapîrê mezin(bavê ‎bapîr)ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: ‎Ehmed Axa, Mihemed Axa(Bavê Simko û Cewer Axa), Temer Axa, Îbrahîm Axa, ‎Hecî Axa û Qasim Axa. Mihemed Axa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer(Ceifer) ‎Axa, Simaîl Axa(Simko), Şukir Axa, Ehmed Axa, Xurşîd Axa(di şerê bi Asûriyan ‎re li Dîlemanê hat kuştin) û Elî Xan( di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê ‎dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd ‎bû).”(2) ‎ Di Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dim-dim heya roja îro, hemû ‎rêberên Kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevdîtinê, hatine ‎xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê ‎desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin. ‎ Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin(Îsmaîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê ‎Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê ‎desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê ‎wî (Cewer Axa) çû Istembolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa ‎hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat ‎girtin û nasnavê (Paşa) dan wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed ‎Axa negehişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Istembolê bi ‎komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkeliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û ‎mezinên din yê Kurd li Istembolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî ‎Kurdistanê wefat kiriye. ‎ ‎ ‎ ‎2. Kuştina Cewer(Ce´ifer)Axa û destpêka serhildana Simkoyê Şikak ‎ ‎


Cewer Axayê Şikak ku li sala 1905an de li Tebirêzê hat şehîdkirin. Cewer Axa ku di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin, bi ‎awayekî fêrmî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê ‎hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, ‎merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejara herêmê de pir dihat ‎hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, ‎di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên ‎Ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek (Robîn Hoodê Kuran) hatiye binav kirin. ‎ Sala 1905Çan dema ku Muzeferddîn Şahê Qacar, bi sefer çû Ewropayê, li ‎bajarê Tebrêzê kurê xwe Mihemed EÇlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê ‎demê Huseyin Qulî-Xan(Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê ‎Azaerbayicanê(3). ‎ Dîroknivîsê Azerbayicanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje:“ Nizamûl ‎Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tebrêzê û jê ‎dawakir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta ‎Osmanî bi hevre bişiwirin. Herwiha wan soz da CeÇifer Axa ku dewlet yê li wî ‎xweş be û daxwazên wî jî yê bên cî bi cî kirin. Lê piştre ferman da Mihemed ‎Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi ‎awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin…“. ‎ Havîna sala 1905´an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şiwirî, di gel ‎heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiy de zîrek û netirs bûn, ji ‎kela çariyê ber bi bajarê Tebrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer ‎Axa re çûn ev bûn: ‎ Mistefa Newrozî(Xalê Mistê), Xalê Mîrzê(xalê Cewer û Simko), Sedo, ‎Hacî(Haco), Caço, Seyîd Mihemed(Seydo) û Qasim(Qaso). ‎ Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê(Mihemed Elî Mîrza) ve fermana kuştina ‎Cewer Axa bi telegrafekê, gehişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê ‎de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî ‎giran xwe ji bajarê Tebirêzê bigehînin kela çariyê û xebera bûyerê bigehînin ‎Kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê ‎Osmanî çû Istembolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek ‎hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Istembolê venegerî ‎Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin. ‎ Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê(1905- 1911) de, ‎xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha ‎azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tebrêz û Tehranê jî ev karê dewleta ‎Îranê şermizar kirin. ‎ Di vir de pêwîste rastiyeke dîrokî li ser bizava Kurdên rojhilatê Kurdistanê neyê ‎ji bîrkirin ku ji aliyekî pirsgirêka netewî di navbera Kurd û gelê serdest de ‎hebûye (heta roja îro hê jî heye) û ji aliyekî din jî pirsgirêka olî(cudabûna ‎mezheb) hertim di navbera Kurd, Faris û Azerîyan de nakokîyên siyasî û civakî ‎afirandine. Dewleta navendiya Îranê ji çaxê Sefewîyan heya roja îro mezhebê ‎şîi´tiyê weke amrazekî giran ji bo meramên xwe yên siyasî li dijî xwestekên ‎gelên din yên ku di Îranê de dijîn û bi mezhebê xwe Sûnîne, bikar anîne. ‎Herwiha şîi´tî ji wan re mîna dîwarê parastina sinorên wan yên desthilatdarî û ‎e´rdnigarî(jeografî)yê bûye. Azerî yên şî´ie ku ji çaxê Sefewîyan heya roja îro ‎ji aliyê dewleta navendî ve weke gelê desthilatdar di herêma Urmiyê de hatine ‎bi cîhwar kirin, li hemberî pirsgirêka Kurdan ya netewî ji cudabûna mezheb ‎bêtir mifa standine û Kurd bi her du çekên cudabûna mezheb û netewe hatine ‎serkûtkirin û qirkirin. Bi taybetî di çaxê desthilatdariya Sefewîyan de ‎karbidestên impiratoriyê gelek xebitîne ku bi riya mezheb Kurdan di nava xwe ‎bibişêvin(bihelenîn) û bi vî rengî pirsgirêka Kurdan ya netewî jî ji holê rakin. Lê ‎di vî karê xwe de li hemberî evîna Kurdan ya ji bo doza netewî zêde bi ser ‎neketin. Herçend bi hizaran Kurd ji Kurdistanê ber bi Xorasan, Qezwîn, ‎Mazenderan û herêmên din yên Îranê sirgûn kirin, lê nekarîn bi temamî hisên ‎wan yên netewî ji holê rakin. ‎ Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xuretekî ciwan bû, li ‎ser daxwaz û şiwra rih spîyên eşîreta Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin. ‎ Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştiman perwerî û tolhildanê di dili û mejiyê ‎Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn. ‎ ‎ ‎ ‎3. Destpêka şoreşa Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn ‎ Piştî şoreşa Şêx Ûbeydulahê Nehirî(1880 z), serhilada Simaîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya Kurd wek netewekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava Kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên Faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra, ‎Simkoyê Şikak bi (bavê nasyonalîsima Kurdî) di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike. ‎ ‎

Êvariya roja 30.06. 1930 li bajarê Şino termê qehremanê dîroka azadîxwaziya ‎Kurdistanê Simkoyê Şikak li ber pîyên leşkerên Îranê ye. Li gor gotina mezinên Evduyîyan Simko di çaxê şehîbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888ê zayînî ye. Herwiha ‎Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdîya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axifitin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijîye. ‎ Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin(Îsmaîl Xan) bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemedî ‎ji aliyê berpirsyarên dewlta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî biden. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava Kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê Kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn. Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayicanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919´an bi hevkariya Ermenîyan, ‎bombayek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şirînî ji Simko re şandin, ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû. ‎Têkeliya Simko bi du kesayetiyê Kurd(Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî ‎‎- neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Simaîl Xanê ‎Şikak de di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye. Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkelîya bi Inglîzan re, ‎têkçûye. ‎ Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje:” Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi derstê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê Kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Simaîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îranîyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe...(4) ‎ Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên Kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê Kurd. ‎ ‎

Ji aliyê rastê: Simkoyê Şikak, Xosiruyê kurê wî, Sulêyman Şefîq Paşa Du kesên li ser piyan nehatin nasandin. ‎ Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî Inglîzî ji Zefer el Dulê re ‎şandbû, vê rastiyê baştir bi me dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje:” Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryek(1/4)a Kurdan, lê ew gehiştine xwezîyên xwe ku mafê ‎otonomîyê ye. Li Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya ‎hemû mirovekî Kurde û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye...(5) ‎ Ev name dide diyar kirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê Kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva millîya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên şovenîst ku tenê bi ‎awaykî nigatîv behsa kesayetîya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine û hêjî ‎dikin, baştirîn belgeye ji bo selmandina derew û boxtanên ku wan li ser serok û ‎bizavên Kurdan yên azadîxwaziyê nivîsandine. ‎ ‎ ‎ ‎4. Destpêka şerên giran ‎ Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewmîne, çend ‎şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, ‎girîngîn. Ji wan şerên girîng: şerê girtina bajarê Urmiyê, şerê Gulmanxane(li ‎bakurê rojhilatê gola Ûrmiyê), şerê Mîyanduab 1922, şerê Şekeryazî, şerê Sarî ‎Tac, şerê azadkirina Mihbadê û şerê kela Çarî ku mezintirîn şerê serhildanê tê ‎hesibandin. ‎ Li ser çêbûna şerên ku navê wan hat, bêgoman lêkolîneke berfireh pêwîste. Lê ‎di vê nivîsê de ezê bi kurtî behsa şerên serhildana Simko bikem: ‎ Piştî ku hêzên Kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye ‎wek paytexta desthilatdariya Kurdan hat hilbijartin û Têymur Axayê Şikak ji ‎aliyê Simko ve bi hakimê bajar hat wezîfedar kirin. Di şerê Gulmanxane de jî ‎hêzên Kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tebrêzê ve girê ‎dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed ‎hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) bû ku di ‎sera xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de Kurdan nekarî li hemberî ‎hêzên dewletê li berxwe biden û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê ‎Kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduabê de ‎Kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ‎karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ‎ji Kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî ‎bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban ‎bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet ‎û Baba Xan karî di nava bizava Cengelîyan de heya pileya komîsêriyê jî biçe. Lê ‎piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ‎ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê Kurd, bi hevkariya artêşa Îranê ‎karî şoreşa Cengelîyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi ‎xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir kûşika Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew ‎bû fermandarekî artêşa Îranê.(6) ‎ ‎

Simkoyê Şikak li ber derê kela Çariyê. ‎ Xiyaneta Xalo Qûrban ku ji gelê Kurd re mîna deqeke reş û tejî şermizariyê bû, ‎berdewam bû, heya dema ku Riza Şahê Pehlewî ew şand meydana şerê li dijî ‎serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Mîyanduabê de ev xayînê ‎xwefiroş bi destê şervanên Kurd hat kuştin û nekarî xiyaneta xwe ya rûreşane ‎bidomîne. Cihê şanaziyê bû ku xayînekî Kurd bi destê şervanên serokekî Kurd ‎hatibû kuştin. ‎ Di şerê azadkirina bajarê Mihabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ‎ku Seyîd Teha Şemzînî(Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket ‎destê Kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya major Melîkzadeh de ‎bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê (Sarî Tac) de jî ku li sala 1922´an li herêma ‎Selemas(Dîleman) qewimî, hêza Kurdan nekarî li hemberî hezên Îranîyan ‎berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela ‎Çariyê hat girtin, Simko û hizar kes ji siwarên xwe re derbasî bakurê ‎Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya ‎şerên Kurd û dewleta Îranê bûn. ‎ ‎5. Şehîd bûna Simkoyê Şikak ( Bajarê Şino 30.06.1930) ‎ Siyaseta ku Riza Xanê Pehlewî di nava Kurdan de dida meşandin û mixabin di ‎vê siyaseta xwe de jî biser ket, ew bû ku bi riya pere û dirav axa û serok ‎eşîretên Kurd ji bo aliyê dewletê dikişandin. Heta li ser şehîdbûna Simko jî ‎goman heye ku hinek axayên Kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji ‎bo hevdîtinan xwe bigehîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku ‎hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên Kurd kirine, dîsa jî bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têymor Axa ku ‎demek bû bu birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin ‎çiyayê Qendîl û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê meşyan. ‎Li wir fermandê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda defetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin dervey bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎henceta pêşwazî kirina ji serleşker Muqedem li dervey bajarê Şinoyê bi wê ‎davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30.06.1930 de hat şehîd kirin. Herçend di ‎şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê ‎wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simkoy sê rojan li bajarê ‎Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û Kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanîbin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexrîye Êqibalî (Azerî ‎bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min ‎Simaîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû...”(7) ‎ ‎

Birayê Simkoyê Şikak Ehmed Axayê Şikak bi çend şervanên xwe re li kela ‎Çariyê. Dema ku xebera kuştina Simko gehişt kûşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dujiminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû. ‎ Tirajediya ji navçûyîna malbateke mîna malbata Simaîl Xanê Şikak tiştekî ‎hêsan nîne ku di dîrokê de bê ji bîrkirin. Malbata ku ji bo doza Kurdistanê gelek ‎bedelên mezin pêşkêş kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî desthilatdarên ‎komara meleyên cinayetkar ji hurmet û giraniya malbata Simko di nava ‎Kurdan de ditirsin. Şehîdbûna qehremankî mîna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de (li ‎sala 1946an), bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.‎


‎6. Di dîroka Kurdistan ê de çend xalên girîng ji destkeftinên şoreşa Simkoyê Şikak ‎ ‎

Simko bi çend axayên eşîreta Ertûşî re ku hevkarên wî bûn. A. Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkelîyên siyasî ‎pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitîye ku bi dewleta Inglistan û Sovyetistana berê re ‎têkîliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka Kurd bikişîne. Lê wan ji ber ‎berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa ‎nedane pêşnîyarên vî serokê Kurd. Simko bi riya Seyîd Teha Gîlanîzade(Şenzînî) pir xwestiye ku ji ‎bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna dewleteke Kurdî bi berpirsyarên Inglîz li Îraqê ‎hevdîtinan pêkbîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî ‎bi gilî û gazince bûye ku baweriya xwe bi dewleta Tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê Inglîz ‎û Tirkan de wiha dibêje:“ Ingilîz û Tirk herdu ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya ‎Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna ‎xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewit bikar bînin û bixebitînin, mîna ‎meymonan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me ‎şermezar biken, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem. ‎ Tirk û Inglîz herdu ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev ‎nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”(8) ‎ Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li ‎dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin. ‎ B. Xaleke din ya herî girîng ew karên rewşenbîrî û kulturîne ku Simko di çaxê desthilatdariya xwe ‎li bajarê Urmiyê dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ‎ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Sala 1912 li bajarê Xoy Ebdulrezaq Bedirxan bi ‎piştgîriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovarek mehane bi navê (Kurdistan) weşand. Herwiha li ‎bajarê Xoy dibistanek Kurdî jî ji bo zarokên Kurd vekirin ku ev du karên han kîna desthilatdarên ‎Îranê li dijî Kurdan gelek bilind kiriye. Salên piştî şerê cîhanî yê yekemîn yanî ji sala 1919´an heya ‎têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê (Kurd) ku organa fêrmîya ‎dewleta wî bûye, hatiye weşandin. (Roja Kurd) an jî (Kurd) rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê ‎vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanî zade bû ku karê amadekirina rojnamê di weşanxana ‎Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê ‎hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendîyên ‎hemû fermandarên enîyên şer bi kela Çariyê re hebûne. ‎ C. Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya ‎Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên Kurd komelek bi navê (Cîhandanî) li bajarê Xoy ‎damezrandibûn ku komelek rewşenbîrî bû û bêtir xebatên çandî û rewşendîrî dimeşandin ku di xala ‎B de behsa hinek ji wan karên girîng bi kurtî hat kirin. ‎ D. Simko pir xebitîye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rijîma Îranê serî hildane, têkelîyên siyasî ‎deyne. Ew bi şoreşgerê Azerbayicanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendîyan de bûye. Herwiha ‎Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa ‎Kurdistan û bakurê Îranê(Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet ‎nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê. ‎ ‎7. çend kêmasîyên bizav û serhildana Simkoyê Şikak ‎ Di nava Kurdan de rexneya herî zêde ku ji kesayetîya Simkoyê Şikak tê kirin, kuştina Mar Şîmûn ‎rêberî olî û siyasîyê Asûrîyên Hekarê ye. Lê di vê derbarê de gelek lêkolînên berfireh û bêalî ‎pêwîstin ku sedemên sereke yên vê bûyera dîrokî bên eşkera kirin. Aya di navbera Kurd û Asûriyan ‎de çi sedemên siyasî, olî û civakî di wê serdemê de hebûne ku Simko biryara kuştina Mar Şîmûn ‎daye? Di vê derbarê de dîtinên cuda ji hev hene ku yek ji wan jî dîtina mezinên Şikak bixwe ye. Ew ‎ji bo vî karê serokê Kurd Simko sedemên siyasî û olî bêtir destnîşan diken. Bi her awayî ev karê ‎Simko bûye sedem ku gelê herêmê(bi taybetî piştî kuştina wî li Şino) dilsariyekê li hember vî karê ‎wî bidin xuyakirin. Di derbara vê xala girîng de lêkolînek berfireh pêwîste ku sedemên bingehîn ji ‎bo vî karê Simko bên eşkere kirin. ‎ Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pir mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 ‎kesan. Lê mixan tevaya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata ‎xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo ‎nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak ‎de sor bûye(9). ‎ ‎8. Mêranî û mêvanperweriya Simkoyê Şikak û nemerdî û xiyaneta Riza Şahê Pehlewî ‎ Riza Mîrpenc ku bi hevkariya Inglîzan ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925an de ji bo ‎serlêdanekê çû Azerbayican û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî ‎anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî ‎pir dawa ji Riza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji ‎nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere ‎û yê bi destê Simkoy bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî ‎bajarê Selmasê dibe, di yekemîn dîtin de 5000 siwarên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij ‎pêşwazîyê li şahê Îranê diken û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî Kurd bi kincên ‎Kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwazîyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu ‎bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Şah pir ‎tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû û êdî ‎dest ji jiyana xwe şûştibû. Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan biken û ‎tevda bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî ‎bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ‎ew ji destê wî filitî. Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasibî re gotibû:” ‎Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Riza Şah nekuşt ”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker ‎Tehmasibî dawa kir ku karekî biken û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi ‎Urmiyê hereket biken. Wan bi lîstika texte nerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko ‎pêhesiya ku Riza Şah ji destê wî derketiye û defetek zêrîn ji destê xwe daye.(10) ‎ ‎


Dîmenek ji kela Çariyê. Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz ‎kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew ‎bi bêbextî hat kuştin. ‎ Gelo ger di serdana Riza Pehlewî ya bo Kurdistanê ew bi destê Simko bihata kuştin, rêya(mesîrê) ‎dîroka Îranê yê bihata gûherandin an ne?! ‎ Bêgoman yê gelek gûherandinên siyasî çêbibûna, lê wek me dît Simko bi ji dest dayîna derfetek ‎mezin bû sedem ku piştre Riza Pehlewî bi nemerdî wî bikuje. ‎ Eviya netîce û berhemê mêvanperwerî û merdayetîya Kurdan bû û piştre komkujiyên her du şahên ‎Îranê li rojhilatê Kurdistanê pêkanîn jî bersiva mêvanperweriya serokên gelê Kurd bûn!!. ‎ ‎9. Navê Simko di nava beyit û stranên Kurdî de ‎ Li ser jiyan, derd û elemên malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar ‎beyit û stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û zehmetîyên ku vê malbata ‎mezin ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê kişandine, bibîne. ‎ Hunermendê mezinê Kurd Kawîs Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê ‎siyasîbêjê Kurd tê hesibandin, di qalibê lawikekê de li ser şehîdbûna lîderê Kurd Simkoyê Şikak ‎hissên xwe wiha tîne ziman: ‎ Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezine ‎ Ewro emirê Taranê hatîye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê ‎ Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê ‎ Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike: ‎ Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyîya, ewro ‎ Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo cîyê mine ‎ Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirarîyê rebenê, niwêjê ‎ Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz ‎ nebû ciwabekê bie eşîreta Herkîya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me ‎ qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina babê Xusiro ‎ nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê ‎ ‎….. ‎ Strana jêr jî ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuştina Cewahir xanima jina ‎Simkoyê Şikak jî bi destê leşkerên dewleta Îranê tê kirin: ‎ ‎„ Bê de wey lê, wey lê, wey lê ‎ Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê ‎ Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda ‎ şer xweş kiriye lo ser Îranê ‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê ‎ Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawilîya kawil ketin li vê fêzê ‎ Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey ‎ Kete du rêzê ‎ Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê ‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê ‎ Muhteberê rebenê wezê Şawlîya kawil ketim lo dev beyara ‎ Ji sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara ‎ Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta ‎ Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara ‎ De wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê ‎ Şawilîya kawil ketim di çe´ilê(çalê) da ‎ Ji sibê da eskerê Heyder Paşa dikişîya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda ‎ Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda, Muhteber xanim kuştin, ‎Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de” ‎ De wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê....” ‎ Jêder û çavkanî: ‎ ‎1. Tarîxê Iran- Elhedîs we elmuasir- Dr. Kemal Mezher ‎ ‎2. Hevpeyvîn bi apê Evdî pêşmergê re. Urmiye 1993 ‎ ‎3. Tarîxê 18 salêyê Azerbayican- Ehmed Kesrewî( Bi zimanê Farsî) ‎ ‎4. Bizava netewîya Kurd - Kirîs Koçêra bi zimanê Farsî ‎ ‎5. Bizava netewîya Kurd - Kirîs Koçêra bi zimanê Farsî ‎ ‎6. îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd - Mamosta Mihemed Resûl Hawar ‎ ‎7. Hevpeyvîn bi Qûbad Simko re ( Kurê Simkoyê Şikak). ‎ ‎8. Ehmed Teqî w yaddaştekanî ew - Bi zimanê Kurdî(zarava Soranî) ‎ ‎9. Hevpeyvîn bi Dr. Cebar Qadir re. ‎ ‎10. Bîranînên Riza Refîi ( Qayîm Meqam el Mulik) endamekî parlimana Îranê di çaxê Riza Şahê ‎Pehlewî de. ‎ Têbînî: Ev nivîs yê di pêşerojeke nêzîk de bi awayekî berfirehtir di piroja min ya bi navê ( Jiyana 50 ‎Navdarên Kurd ) bi awayê pirtûkek taybetî bê weşandin.‎

Static Wikipedia (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu

Static Wikipedia February 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu