Tûberkûloz
Ji Wîkîpediya

Tûberkûloz (Tuberculosis) (bi Kurdî Êşa Zirav) nexweşiyeka giran, domdar û mîkrobîk e.
Bakteryaya ko di sala 1882'ê da Robert Kochî keşfkiribû Myco bacterium tuberculosis vê nexweşiyê çêdikit. Li Kurdistanê hin caran ji vê nexweşiyê ra "Nexweşiya zirav" jî dihêt gotin. Heya destpêka sedsala 20'ê wekî nexweşiyeka bixeter û canstîn bû û heger sawa vê nexweşiyê biketa herêmekê, bi hezaran mirov dikuştin. Ev nesaxî bi vedîtina dermanên antîbayotîk anko dijejîk wekî her nesaxîyeka dî ya hewdanî hat çareserkirin. Heta dehsala 80'an li sedsala 20'ê ev nesaxî li Welatên Werarkirî ber bi neman diçû. Lê serhildana nesaxiya Konîşana Nemana Êmnahiyê ya Vegirtî (KNÊV) anko AIDS bû sedema serjinûve belavb,na vç nesaxiyê li wan welatan û li hemî cîhanê. Mixabin ji ber xizaniyê hêşta li Kurdistanê belav e.
[biguherîne] Koda Tûberkûlozê
- ICD-10 A15-A19
- ICD-9 010-018
Nexweşî serî de di pişikan de peyda dibe û bi riya xwînê hêdî hêdî di organîzmayê de belavdibe. Pişika mirov dirizîne. Nexweşî sawê dike û bilez belav dibe. Bi navê Bovis cureyekê wê di sîstema xwarinê de cihdigire. Hin cureyên din ên ku di ajalan de derdikevin jî hene. Derman û çareya vê nexweşiyê heye. Divê mirov di zaroktiyê de derziyên xwe bo parastinê birêkupêk bike. Gorî biryara bijîşk derman û parastinên xwe bike. Pirranî 6 mehan didome, dermangirtina vê nexweşiyê.
[biguherîne] Hin sîmptomên vê nexweşiyê
- Bi şevê xwêdan
- Kêmmadebûn
- Jarketin
- Bilindbûna agirê (tîna) laş
- Sistketin
Kesên ku ajalan xwedî dikin, şîrê nekelandî vedixwin, dermanên li dijî bayê (romatîzma) bikartînin, li nêzîkî wê bi kesî re tûberkûloz heye û sîmptomên nexweşiyê pê re hene divê biçe cem bijîşk.
Tûberkûloz ji ber ku laş bi qels dixîne, heger di heman demê de nexweşiyeke din jî li mirov peyda bibe xetere pirr zêde dibe. Bi taybetî HIV.
[biguherîne] Kombînasyonên ku li dijî tûberkûlozê tên bikaranîn (ên bingehîn)
- Isoniazid, Ethambutol, Pyrazinamid û Rifampicin