Xerabiya
Ji Wîkîpediya
Xerabiya gundekî navçeya Midyad girêdayî Mêrdînê ya, Niştecihên gundê Xerabiya bi tevahiya xwe Êzdînê û bi destpêka raperîna, bizave azadîxwaze PKK di sale 1984 ji ber zextên dewletê û êrîşên kes û eşîrên derdorê gund, Gundî neçar mane ku derkevın dervayî welat.
Her çiqas gundiyên gund nexwestibin ji gundên xwe derin jî, neçar mane û bi tevahiya xwe îro li Almanya û Belçîqa dijîn. Gundê taqa û Xirabiya ji aliyekî va pismamê hev û dinin û ji aliyê din va jî ji rojên berê da bûne wekî yekbendî li baremberî gund û eşîrên derdorên Midyadê.
Ji ber vê yekê jî bi derketina gundiyên Taqa piştî salên 1990 û 1992 êdî ewjî çuna ba gundiyên gundê Xerabiya. Lê di heman salê da jî dewlet,kes û eşîrên din jî êrîşên xwe nesekinandina. Di sersale 1993 da navbera Xerabiya û Mizîzex ê êrîşêk ji aliyê cerdevan û kesên alîgirê dewletê bi kemîna li Beglayê ketina pêşîya gundiyên Xerabiya, di encamda, Gewriyê ji gundê Mizîzex ê (şofêrbû) Xelîl Debe û Nurê Kaya jiyane xwe ji dest dan û 3 bi giranî 9 kes jî birîndar bûn.
Lê piştî vê êrîşê êdi gundiyên din jî bêçar man, gundê xwe berdan û ewjî derbasî ba gundiyên xwe li Awrupa bûn.
Îro tu kes di herdû gunda da tuneye.