Xetên masî soratî
Ji Wîkîpediya
Kurdan alfabeyeke bi navê "Alfabeya Masî Soratî" hebûye ku ew alfabe 37 tîp bûye. Îbne Wehşiye di berhema xwe ya bi navê "Şuqelmistiham fî meirifet rimuzil eqlam" de ku di sala 241'ê koçî de ji bo Ebdulmelek Merwanî nivîsiye, dibêje:
- "Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên masî soratî dinivîsin. Min di Naûsiya Bexdayê de sê pirtûkên kurdî ku bi tîpên masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê du cild ji wan pirtûkan li min in ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bêav de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku her kes kelk (havil) û sûdê (kar) jê wergire. Ew alfabeya ku bi masî soratî bi nav û deng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elîf heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên 'p' û 'ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di tu zimanê din de tune ne. Her wiha deng û fonetîka wan di tu alfabeyeke din de nayê dîtin.
- Me ji bo 6 tîp ji wan tîpan tu deng û wêneyek di nav tu alfabe û zimanekî de nedît. Diyar e ku dengên pir seyr û balkêş hene û bi alîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. her wiha Quranê jî wekî erebên deştê dixwînin û belkî baştir jî dixwînin. Pêwist e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban tên bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin.