Îbn-î Sîna
Ji Wîkîpediya
Îbni Sîna (lat.: Avicenna, 980-1037), fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, Matemetîk, Astronomî, Fîzîk, Kîmya, bijîşkî û mûzîkê de xebatên girîng kirine. Wî hewl daye ku felsefeya Aristoteles di çerçoveya misilmantiyê de şîrove bike.
Ebu Eli el-Hiseyin ibn Abdullah ibn Hasan ibn Ali İbn Sina, Di tirmiha 980 de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorosanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037 de li Hamedanê çûye ser dilovaniya xwe. Bavê wî ji bajarê Belhê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Bûharayê.
Îbnî sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar, Natîlî û Îsmail dersên, mantiq, matematîk û astrologiyê girtine. di 7 saliya xwe de, wî pirtûka Misilmantiyê ya pêroz ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.
Li rojava bi navê Avicenne (Avîsen) tê naskirin.