Şeddadî
Ji Wîkîpediya
Şeddadî navê dewletekê ye ku di sala 951'ê (340´ê hicrî) de ji aliyê Şeddadiyan ve li herêma Erana bakurê Azerbeycanê (Başûrê Qafqasyayê) hatiye damezrandin. Vê dewleta Kurdan heta sala 1164'an xwe ser piyan girt. Bajarê Anî (li Qersê/Tirkiye), Tiflîs (Gurcistan), Demirqapî, Qerebax, Nexcîvan, Gence (li Azerbeycanê ye), Duwîn (li Ermenistanê ye)
Dewleta Şeddadiyan, di sala 951´ê miladî da bi deste Muhemmedê kurê Şedadê li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji wan dewlaten Kurda yên ku di dema islamiyete da hatine sazkirin. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj buyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayi bûne. Di wê demeda li başur ji, hukumeta Merwaniyan, li rojhilat hukumeta Hesnevî hebûye. Ev devlet ji aliye cardeh hukumdaren Şedadi ve hatiye idarekirin. le belê bi erişa Melîkşah hukumdare Selçuqi li ser wê herême di sala 1075´an da dawî lê hatiye.
Piştî dîlketina Salar Marzûban Mihemedê keyayê Musafirogullari di sala 948'an de Mihemed Şeddad Qartû (Mihemedê Kurê Şeddad jî tê gotin) cîhe wî girt. Mihemed Şeddad Qartû pêşî tenê keyayê Debîlê bû, lê di 951'ê de li tevahiya Azerbeycanê bû desthilat. Herçend tê gotin ku dewleta Şeddadiyan di sala 1164'an de hilweşiyaye jî em ji kîtabeyeke ku Key-Siltanê Şeddadî li Aniyê daye nivîsandin dizanin ku wî heta 1198'an desthilatdariya xwe meşandiye. Li gor hin çavkaniyan Şeddadî bi êrîşa xundekarê Selçûqiyan Melîkşah bi ser vê herêmê de di sala 1075'an de hilweşiyane, lê xwiyaye ew bi vê êrîşê qels bûne û heta sala 1198'an jî xwe girtine.