Şefik Yaktın (Argeş Norşinî)
Ji Wîkîpediya
Şefik Yaktin di sala 1975'an li Bîtlîs'ê qezayê Norşîn'ê hate dinê. Hemû zaroktîya xwe yanî heya 14 salîya xwe li Norşîn'e dijî. Piştî wî bi xwesteka xwe berê xwe dide Bajarên Tûrkiye wek Mugla û Îzmîr. Li wan deran karên cûda cûda dike. Karên wîyê Mûzîkê bi salên 90'î destpêdike. Sala 1994'an tekilîyên xwe ji malbatê xwe dibire û welatparêzîya xwe di domîne.Ji sala 1993 heya 1998'an karê xwe ya hunerî li nav Navenda Çanda Mezopotamya dide meşandin. Cihê xwe li nav Koma Agirê Zerdeşt û demekî pir kurt ji li nav Koma Agirê Jîyan digire. Piştî 98'an berê xwe dide Qafqasya'yê. Li wê derê jî xwe karên mûzîkê dûr naxîne. Sala 2000 bi hêstên welatparêzî tevlê Artêşa PKK dibe û êdî bi navê "Argeş Norşinî" tê naskirin. Li nav gerîlla ji demekî karên xweyî mûzîkê dimeşîne, bes piştî demekî din bi pêşnêyarê xwe wek endamekî artêş cihê xwe li nav gerîlla digire. Roja 21 Kewçêr 2003 li Çiyayê Cûdî şehîd dikeve.