Ji Wîkîpediya
- 1949 Li Elezîzê erdhej çêbû.
- 1971 Li 11 bajarên Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Sakarya, Zonguldak, Eskîşehîr, Edene, Hatay, Amed û Sêrtê rêvebiriya leşkerî hate îlankirin û Komeleya Çandî ya Rojhilat ên Şoreşger û Dev-Gencê jî di heman demê de hatin girtin.
- 1974 Bajarokê Helebce hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de bajar wêranbû û bû kavil û her wiha 43 mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndarbûn.
- 1828 Rusan ji bo serxwebûna Yewnanîstanê, li hemberî Osmaniyan şer îlan kir.
- 1937 Almanya yek ji bajarên Baskê Guernîcayê bombe kir. Di encamê 1.500 kes mirin. Vê bûyerê wênesazê bi navûdeng ê Spanî Picasso bi tabloya xwe ya bi navê «~La Guernica~» bê mirin kir.
- 1986 Li Santrala Nûkleer ya Çernobîlê qeza çêbû. Di encamê de 30 kes mir. 48 hezar kesên li derdorê jî di runiştin hatin tehliyekirin.
- 1994 Li Efrîka Başûr cara yekem hilbijartineke ku tê de reşikan cîh girt, hate lidarxistin. Di hilbijartian de Kongreya Neteweyî ya Efrîka ya di serokatiya Nelson Mandela de ji sedî 62yê dengan wergirt û bi serket.
(Kesen ku di vê rojê de ji dayîk bûn)
- 1897 Mamoste Celadet Bedirxan ku weke bavê rojnamegeriya Kurdî tê naskirin, çû ser dilovaniya xwe.
- 1996 Tevgera DEP'a Semsure Abuzer Onen bi deste hezen tarî hate şehîd kirin.
- 1999 Gerîllayê Kurd Emîr Toy yê bi navê kod Perwer Bişar, (di sala 1976an de li Şernexê hate dinê), Ridvan Kiliçaslan yê bi navê kod Bedran Botan (di sala 1976an de li Êlihê hate dinê, di sala 1996an de tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Bestayê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllaya Kurd Ayten ya eslê xwe ji Başûrê Biçûk ê Kurdistanê li herêma Yedîsu jiyana xwe ji dest da.
- 1999 Gerîllaya Kurd Vasfiye Aktaş ya bi navê kod Sema Yûce (di sala 1985an de li Êliha hevin hate dinê, di sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Besta Blûda jiyana xwe ji dest da.
Binêre: Salvegerên dîrokî