Al-Anfal, "bi navê Allah, Baesû Saddam"
Ji Wîkîpediya
![]() |
Agahdarî: Formata vê rûpelê hên ne baş e. Divê were xeyrandin. Tu dikarî vê gotarê biguherîne. |
Ev film þanî dide, ku rêjima Bees a Saddam bi rengekî resmî, terora dewletê û qetilam li dijî miletê kurd tanî.
Filmê Al-Anfal ji produksiyona derhênêr û alîkariya televizyona Swîsra, Kenalê Zimanê Elmanî ye.
Film hatiye wergerandin ji bo zimanên elmanî, înglîzî û frensî.
Þerê bi navê Al-Anfal Saddam Husên li dijî miletê kurd li Kurdistana baþûr di salê 1988'an û vir de pêk hanî, bû sebeb ku pêhtir ji 182 hezar mirovên kurd, jin û zar û kal, hatin kuþtin û bi deh hezaran gundî bi saxî hatin binerdkirin, yan jî hatine wêrankirin û ew þandine destê Iraqê ku ji tîhna û birçîna mirine.
Saddam Husên di sala 1987'ê de, kuramê xwe Ali Hasan Al-Majid (ku navê wî ne tenê li cem kurdan, lê li nav duniyayê wek Ali Kîmyawî hate naskirin ) kire hukimdarê yekemîn li Kurdistanê. Ev mucrimê bê exlaq û bê wijdan navê sûreya 8'ê ya Qur'anê ku bi navê Al-Anfal' ê, navê vê sûreya li þerê xwe dijî miletê kurd kir. Ev sûra li Quranê di dema pêxemberê eraban Muhammed de hatibû û li ser mesela talankirina mal û milkên Gauran diaxive, Ali Hasan Majid, xwe weke pêxemberê Muhemmed bi nav kir û miletê kurd weke Gauran da xwuyanîkirin. Eskerên iraqî mal û milkên kurdan li xwe behr dikirin û zar û zinc û zilamên wan jî kuþtin, ne tenê ev, lê generalên beesî ê muxaberatên Seddam û generalên eskerî keçên kurd ê ciwan li xwe behr dikirin û grûpek ji wan jinan hatine þandin ji bo gazîno û merqesên welatê Misrê, ku heta roja îro kes ni zane çi bi serê wan keçan hat.
Film, her ku bi taybetî li ser þerê Al-Anfal disekine. Hevpeyvîn û bi sedan dokumentên rêjîma Bees ku kuþtin bi rengekî resmî bi kar tanî, lê ji alîkî din ve hinekî li ser mesela zindanan û praktikên Beesê li zindana û wuha li ser qirkirina Milletê Kurd li Helebcê jî diaxive.
Mesaja filmê Al-Anfal ne tenê dîrokê ji nuvre vegerîne, lê li ser hêviya miletê kurd disekine, ku ev miletê bi sedhezaran þehîd dane tu carî na mire û heqê xwe ji dijminên xwe re na hêle.
Ji alîki din ve, film dixwaze mesajek din bide milletên azad û serbixwe, û mesaj jî eve: piþtî þerê cîhanê yê duwemîn Nazî li Elmaniya qedixe bû û weke Partîyek Terorîst û heta roja îro hat bi navkirin, lê mixabin Nazî cihekî xwe ê xweþ li Iraq û Sûriya dît lê bi navek din, partiya Bees a erebî ya sosyalîst.
Herê partiya Bees a Iraqê têk çû, lê li welatê Sûriya her Beesî li ser hukm in, û ji wan jî tê û ne dûr e, ku rojekê ew jî þerekî bi navê Al-Anfal dijî Milletê Kurd bikin.
Fîlm ji destpêka meha nehan ve, dikeve festîvalên filman û di televîziona swîsrî ya zimanê elmanî de têt weþandin.
[[1]]
Al-anfal
„Bi navê Allah, Bes û Seddam »
Filmê Al-anfal, ji produksîon û derhênana Rejîsêrê kurd Mano Khalîlˆe
Piştî ku filmê Al-anfal li çend festivalên navnetewî weke festîvala Solothurn, Singapur, Panorana hate helbijartin û demek nêzîk li Montréal û li London tê şanîdan.
Berî çend mehan li televizîona Swîsrî du caran hatibu belavkirin. Pistî çend rojan wê li Televizîona Swêdî kenala TV8 sê caran bê weşanin .
Roja Sêşem 24.10.2006 seat 21.00 û seat 23.30 deqe tê dubarekirin û roja çaşem 25.10.2006 seat 18.00. Film wê bi zimanê Kurdî û wergirandina zimanê Swêdî bê pêşkêşkiin.. Tê zanîn ku filmê Al-Anfal berî salekê bi produksiona derhinêrê Kurd Mano Khalil û bi alîkariya televizîona Swîsri hatibu amadekirin. Giringîa filmê Al-anfal li wire, ji ber ku cara yekemîn bi rengekî paqij û firah û hesan operasîonên xwînxwarên Besê ereb li Iraqê ku dijî miletê kurd kiribun tîne ser ekranan. Ev operasîon ku navê wê al-anfal bu.
Enfal weke ku tê zanîn sureta 8 a Quranê ye, ku li ser Pêximberê ereb Muhamad daketibu, û têde li ser talankirina mal û milkê „ Gauiran“ daxive, talankirina jin, zarok û hetra dewarê „Gawiran“. Diktatorê Ereb Saddam Huseyn, ku kur amê xwe Ali Hasan Al-magid di sala 1987 kire berpirsîarê kurdistan ê yekemin, Ali Hasan almagid jî dest bi qirkirina miletê kurd kir, bêhtir ji 182 Hezar mirov hatin kuştin û bêhtir ji 4500 gund hatin xira kirin.
Filmê Al-Anfal ronî dide serekî ku dinyayê ji bîr kiribu, di riya hevpeyvîn û ersîv û dîmenan de, xwesik sanî dide bê bi ci regê wehsîtî Besîên ereb kur qelandin…
„ em tev bi du hev re mesîan, esker li alîkî û em li alîki yek bi du yek de, du serleskerên ereb hebun, yek navê wî Muhamad bu, yek jî Abbas bu, gava ku em gihan vî cihî, yekî ji hrduserleskeran da qêrîn, bisekinin, û di hema demê de, got bikuj…“ Ji axivtina Kerîm Nayef ku ji komkujîkê xelas bu.
[[4]]