Avkevir
Ji Wîkîpediya
Avkevir, (tr. Taşliçay) yek ji navçeyên Agirîyê ye. Di sala 1954´î de bûye navçe û bi Agiriyê ve hatiye girêdan. Rûber 798km², bilindahî ji rûyê avê 1.660m ye. Ji aliyê sirûştê ve erdê navçeyê gelek ciwan e. Robara Miradê û şaxên wê, Ava Mezin , Çemê Botî, Mîrzexan , Kûbik , Geldûş û Dîdem , Çiyayê Sînegê , Çiyayê Eledaxê , Gola Sodo , Gola Tirşo û Gola Qulingê hwd xwedî sirûşteke pirr ciwan e. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.
Gelê herêmê heya avabûna Komara Tirkiyê bi tevahî ji Kurdan pêk dihat. Di salên 40, 50 û 90´î de dewleta Tirk ji Asyayê gelek malbat aniye û bicihkiriye. Vêgav 87 % Kurd, 13 % jî Terekeme, Azerî hwd dijîn. Beriya Terteleya Filehan li herêmê gundên Filehan jî hebûn, lê niha nînin. Gorî hejmartinên sala 2000´î hejmara navendê 5.106 û bi giştî jî 21.839 e. 37 gund û 21 mezre girêdayî navçeyê ne.