Bajêr-welat
Ji Wîkîpediya
Bajêr-welat ew herêm in ko bi tivavî ji alîyê bajêrekî ve dihên rêvebirên û bi giştî serwrî ya xwe ya sîyasî heye. Bi awayekê dîrokî, bajêr-welat ser bi deverên ferhengî yên mezintir yên mîna Yewnana Kevnar, Aztek û Maya û bajêr-welatên Îtalya ya Rênêsansê bûne.
Bajêr-welat di zemanên berê da mişetir bûne. Herçind e ko wan serwerî ya xwe hebûye jî, lê gelek caran di hevalbendî yên fermî û nefermî da li bin serwerî ya Şayekê Bilind bûne. Ev hevalbendî hindek caran bi darê zorê (mîna Romayê) an jî aştîyane (mîna Hevalbendî ya Polêponizi bûne.
Li çaxên navîn, bajêr-welat nemaze ji saloxetên wan deveran bûn ko niha dibêjinê Elmanya, Îtalya û Rûsîya. Hindek ji wan Hevalbendî ya Hansîyatîkê pêkanîn ko jibo heyama çend sedsalan di warê aborî û bazirganîyê da dewrekê pir giring lîst.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Bajêr-welatên Evro
[biguherîne] Monako
Şanişîna Monakoyê bi hemî ramanan ve bajêr-welatekê nûdem e: Monaco-Ville bi ramana bajêrê Monako para şûrekirî ya bajêrî ye û bajêrokê navdar Montê Karlo di rastîyê da rendekên bajêrî in. Tuxîb anko sînorê axa weltî her sînorê axa bajêrî ye (yek dewlet û yek civata bajêrî, her yekê jî desthilata xwe heye): Şanişîna Monakoyê û Bajêrê Monakoyê.
[biguherîne] Singapûr
Herdu salên ko Singapûr ser bi Malîzyayê ve bû miştî alozî û netenahîyê bûn. Pevçûnên nejadî di navbera piranî ya Çînî û kêmanî ya Malayî li bajêrî mişe bûn. Hukmeta federal ko di bin desthilata Rêkxistî ya Neteweyî ya Yekgirtî ya Malayîan (RNYM) da bû digel hukmeta herêmê ko di bin desthilata Partî ya Kar ya Gelêrî (PKG) kevt nav şerî. RNYM ditirsa ko PKG di lihevnegirtinên nejadî da li hukmeta federal jî piranîyê bi dest xwe ve biînit, lewa li sala 1965'ê biryar da ko Singapûrê ji federalîyetê derbikit û wekî hukmeteka xweser niyasî.
Piştî xweserî ya nexwestî ya Singapûrê, wan bilez welat ber bi pêşkevtina pîşesazî (sen'etî) bir û li demeka kurt Singapûr bû yek ji çar welatên ko bi navê "Pilingên Asyayê" dihên niyasîn. Ew niha yek ji bajêrên herî mezin yên cîhanê ye ko armancên wê yên cîhanbajêrî (kosmopolitan) hene.