Beyana 11'ê Adarê
Ji Wîkîpediya
Beyana 11'ê Adarê rêkkevtin an lihev hatinek bû di navbera rêberî ya Şoreşa Îlonê û hukmeta Îraqê da ko li 11'ê Adara 1970'ê da hat ragehandin. Ew beyan ji alîyê Kurdan ve bi destê Mela Mistefa yê Barzanî û ji alîyê Hukmeta Îraqê ve bi destê Sedam Hisênî hat îmzakirin. Sedam wî çaxî hêşta nebûbû kesê hijmar yek û cêgirê Serkomar Ehmed Hesen Bekir bû. Di beyanê da ji bo cara pêşîn di xebata Kurdên Kurdistana Başûr da hukmeta navendî pêniyasîn bi otonomî ya Kurdistanê dikir. Zimanê Kurdî wekî zimanê fermî li herêmên otonom hat niyasîn.
Lê awayê bicihkirin û kiryarkîkirina wê beyanê bû cihê lihevnehatina herdu alîyan. Danûstanên dirêj li ser çawayî ya bicihkirina wê li 6'ê Adara 1974'ê bi Rêkkevtina Elcezayîrê di navbera Şahê Îranê û Sedam Hisênî li Elcezayîrê dawî bûn û ev şkestina danûstanan şkestina Şoreşa Îlonê jî bû. Ev li hevhatina wan pîlaneka Henry Kisinger, wezîr derve yê Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Hijmareka mezin ji Kurdan ko pardarîya şoreşê kiribû ber bi Îranê revîn.
Sedamî paşî hingî herêmeka otonom çêkir û hindek siyasetmedarên Kurd ko digel Mela Mistefayî lihevnedihatin di wê pêvajoyê da arîkarî ya Sedamî kir. Di dîroka Kurdisatan Başûr da ew otonomî bi Otonomîya Kartûnî hatîye niyasîn.