Cem Ersever
Ji Wîkîpediya
Cem Ersever yek ji fermandarên artêşa Tirk ê li Kurdistanê li dijî PKKê têkoşiyaye ye. Gorî rojnameyên fermî yên Tirkiyê di sala 1950'î de jidayîkbûye û damezrênerê saziya li dijî Kurdan JİTEMê ye.
Gorî îdîayan herwekî endamê saziya Hîzbûllah a Tirkiyê bû ji ber ku gelek kirinên dewletê yên kirêt dizanî ji holê hate rakirin. Meytê wî li Enqereyê bi tevî jineke Surî hate dîtin. Navê wî tevlî hêzên mafyayî yên artêşê bûbû û bi plankirina kuştina serfermandarê artêşa bejayiyê Eşref Bitlis dihate tewanbarkirin. Tê texmînkirin ku ji ber nakokiyên berjewendiyan hatiye kuştin.
Gorî hin îdîayan ew bi eslê xwe Çîgan (mirtib, mitirb, mirtiv, aşiq, çîngene) bû û ji ber ku dişibiya Ereban xwe wekî Ereb û ji bajarê Kerkûkê dida nasandin. Li bajarê Erziromê di salên 70'î de bi partiya nîjadperest MHPê re xebitiye û tevlî operasyonên li dijî Kurd û çepgîran bûye û êşkence dikiribûye. Bi derketina PKKê re îcar li dijî PKKê tê perwerdekirin.
Ew di 24'ê kewçêrê 1993'î de kuştî hate dîtin.