Cumhuriyet
Ji Wîkîpediya
Cumhuriyet (tê wateya komar) rojnameyeke li Tirkiyê ye. Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk ji aliyê Yunus Nadi ve di 7'ê gulanê 1924'î de tê derxistin. Îro yek ji rojnameyên mezin ên Tirkiyê ye.
Ev rojname ji aliyê damezrênerê Tirkiyê Atatürk ve ji bo propagandaya partiya tekane ya dewletê CHPê, çêkirina neteweya Tirk, ravekirina alfabeya nû ya Latînî û pesindayîna komara nû ya Tirkiyê hatiye damezrandin. Yunus Nadi bi xwe karsazeke bingeh Cihû bû. Di rojnameyê de kesên wekî Ziya Gökalp ê îdeologê avakirina neteweya Tirk cihgirtine.
[biguherîne] Rojnameya ku di her serhildanê de Kurdistan dikir goristanê
Cumhuriyet ji derketinê heya îro piştevaniya artêşa Tirk dike, nêrînên dijminane bo Kurperweran dihewîne. Di serhildanên Kurdan de gelê Kurd û şervanên wê reş dikir, Kurd wekî mirovên hov û paşdemayî nîşandida. Di dawîanîna serhildana Agirîyê de sernivîsa xwe wiha avêtibû "Kurdistana xeyalî li vir binerdkiriye! Me di ser Kurdistanê de beton rijand êdî hew şîndibe". Dîsa vê rojnameyê bi serbilindî serê jêkirî yê serokê Kurd Elîşêr Beg û xanima wî Zerîfe Xanimê weşandibû. Herwekî wêneyên di sêpiya mirinê de yên Şêx Seîd û wêneyê di nava kincên Ewropayî de yê piçûkxistinê yên Seyîd Riza jî weşandibû û di bin sernivîsa "Binêrin me ev Kurdê di şikeftan de jiyaye kir şareza" pêşkêşî xwendevanan kiribû.
Cumhuriyet polîtîkaya xwe wiha binavdike "Rojnameyeke çepgiriya neteweperest, kemalîst û unîterîst e". Navenda rojnameyê li Stenbolê ye û tîraja wê li dora 100.000 e.