Curnê Reş
Ji Wîkîpediya
Curnê Reş (tr. Hilvan) yek ji navçeyên Rihayê ye. 55km ji Rihayê dûr dikeve. Rûber 1.278km² ye. Gorî hejmartinên fermî yê dûgela Tirk hejmara navendê 16.205 û bi giştî hejmara niştecihan 38.411 ye. Di sala 1926´î de bûye navçe û bi Rihayê ve hatiye girêdan. Bilindahî ji rûyê avê 600m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin. Herwekî şik di statîstîkan de hene.
[biguherîne] Wargehên dîrokî û tûrîstîk ên Curnê Reşê
- Şikefta Karûtê
- Bermayiyên dîrokî yên gundê Qentaran
- Bîra Şor
- Bermayiyên Birçikê
- Bermayiyên gundê Fîkê
- Şikefta Xoşînê
- Şikefta Mişmişê
- Bermayiyên li gundê Garoz a Jor, Deverê
- Şikefta Henikê (tr. Inik Magarasi)
- Bermayiyên li Curnê Reş, Helîn, Palagir, Kepîr, Xozan, Hemdîn, Malwêran, Naçar, Sêvilan