Dîroka Kurdistana Rojhilat
Ji Wîkîpediya
Kurdistana rojhilat perçeke ji Kurdistan e ku di nav sînorê welatê Îran cih digre. Parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava û Îlam dikevin nav wê deverê. Piraniya xelkê wê herêmê kurdin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dema Sasaniyan
Pirtûka Serbihûriya Edreşîr Papekan, behsa jiyana damezrînera dewleta Sasanî dike. Pişka 5 a wê pirtûkê, li ser şerê di nav Erdeşêrê Sasanî û şaha kurdan bi navê Madîg dipeyve. Li despêka şerê, leşkera sasanî biserneket û kurdan hizirîn ku Erdeşêr dê vebigera welatê xwe. Lê Erdeşîr leşkerek nû çêkir ku li çar hezar kes pêk hatibû û dîsa hêrişa serê kurdan kir. Di akamê de, hezar kurd hatine kuştin û leşkera kurdan têkçû. Ev bûyer di sedsala 2 ya zayinî de qewimiye.
[biguherîne] Dema Selcûkiyan
Di sedsala 12ê de, Sultan Sencer parêzgehek çêkir bi navê Kurdistan ku navenda wê bajaroka Behar li bakûra rojhilatê bajara Hemedan bû. Ew parêzgeh pêkhatibû li deverên Hemedan, Kirmaşan, Sine û Şarezûr. Parêzgeha Kurdistan ji aliyê Suleyman kurê sultan sencer ve dihate birêvebirin.
[biguherîne] Emaretên Kurdiyên ya Rojhilatê
Di nav bera sedsala 10 û 12 yê zayînî de, wê deverê di bin deshilata dewletên Hesenweyhî (959-1015) û Eyarî (Enazî) (990-1117) bû. Emareta Erdelan di sedsala 14 yê li deverên Qeredax, Xaneqîn, Kerkûk, Kifrî û Hewraman hate demzrandin. Paytexta dewleta Erdelan li sereta de li bajarê Şarezûr bû, lê paştir hate raguhastin ji bo bajarê Sine yê. Di sala 1867 ê de, dewleta Edrelan ji aliyê paşatîya Qacar ve hate hilweşandin.