Darende
Ji Wîkîpediya
Darende yek ji navçeyên Meletîyê ye. Navê wê jî berê Zengîbar (Hîtît) bû. Paşê ew hatîye binavkirin. Di sala 1934an da Darende hat bi Meletîyê girêdan. 7 şaredarî, 43 gund û 15 mezre girêdayî Darende ne. Firehiya erdê xwe 1.363 km², bilindahî ji rûyê avê 950-2150 m ye. Hejmara niştecihên navendê 13.900 (sal: 2000) û bi giştî jî dora 54.450 e. Gelekî navên cografîk ên bi Filehkî hene.