Davîdê Tolhildan
Ji Wîkîpediya
![]() |
Agahdarî: Formata vê rûpelê hên ne baş e. Divê were xeyrandin. Tu dikarî vê gotarê biguherîne. |
Fîlmê Davîdê Tolhildan çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê, kurê Profesorê unîversîtê û kurê andamê dadgeha kar a cîhanê. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der-dora şeş salan, ku cihê xwe di nav refê Gerîla de dîtiye.
Davîd, piştî ku hevalê wî ê kurd „Tolhildan“ li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, navê xwe kguhert, navê wî îro buye Tolhildan.
Davîd ku ji ruh û can di nav hêza azadiya Kurdîstanê de cihê xwe girtiye, buye yekî kurd, ziman, dan û standina wî buye kurdî…
Dayka wî ji Lausanna Swîsra berê xwe dide nav çiyayên Kurdistana birîndar, jibo ku kurê xwe bibîne… Ev xanima swîsrî ji nêz ve, dibe şahidek li ser jiyana mirovên canfîda, mirovên bi hurmet û bi rumet, demekê di nav refên keç û xortên Kurd de dimîne. Dawî bi dilekî xwes vedigere welatê xwe. çîrok ne tenê çîroka dayikek Swîsrî ye, çîrok çîroka hemu dayikên Kurdin ku keç û kurê wan xwe dikin qurban ji bo azadiya kurd û Kurdistanê.
Film ji produksîona derhinêr Mano Xelîl e û sê Qenalên televizîonên Swîsrî ê zimenên Elmanî, Fransî û Itali ne, herwisa bi piçtgiriya wezareta rewşenbîrî a welatê Swîsra hatiye amadekirin.
Filmê Davîdê Tolhildan nerînek nu, bi çavekî din li şoreşa kurdistanê temaşe dike, zimanekî nu di warê filmên dokumentar di dîroka kurdîstanê de ye.
Fîlm dest bi weşanê kir, berî ku di televizîonê de bê weşandin li van ciha (heta niha) hatiye xwîanî kirin ku wê bê şanî dan:
- London Kurdish film festival ji 8-14 12.2006 :
- Berlin kurdisches film festival 12 -17.12.2006 :
- Swîsra Festîvala filma Solothurner filmtage 2007
Fîlm her bo gelek Festîvalên navnetewî hatiye şandin.